ManşêtNûçe

Herî zêde jin piştgiriyê didin rêwiyên Meşa Azadiyê

“Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê dest pê kir, di roja 7’emîn de berdewam dike. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di Meşa Azadiyê de cih digirin, li hemû bajar û navçeyan bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Herî zêde jin û ciwan meşvanan pêşwazî dikin. Jinên ku meşvanan li navçeya Xinûsa Erziromê û Gimgim a Mûşê pêşwazî kirine anîn ziman ku ew dixwazin ji Abdullah Ocalan agahî bistînin.

Mayîde Kamiş a meşvanan li navçeya Xinûsê pêşwazî kiriye da zanîn ku keça wê Fîdan Kamiş 10 sal e di girtîgehê de tê ragirtin û got: “Em aştî û aramiyê dixwazin. Zarokên me ji ber ku li hember zextan rabûne, di girtîgehan de tên ragirtin. Em azadiya zarokên xwe dixwazin.”

Makbûle Îstek a 70 salî ku kurê wê di girtîgehê de ketiye greva birçîbûnê jî wiha axivî: “Em aştiyê dixwazin. Em ewqas bi keseran tije ne ku nizanin bê ka dê çi bêjin. Cezayê muebetê dane kurê min û ev 10 sal in di qawişa yekkesî de tê ragirtin. Îro Meşa Azadiyê heye û divê her kes raber ser piya. Divê hemû dayik dest bidin hev. Divê ev bar tenê li ser pişta girtiyan neyê hiştin. Divê em yên li derve vî barî hilgirin. 3 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Divê demildest parêzer û malbat biçin serdanê. Ev mêş dê teqez azadiyê bîne.”

Berîvan Canbey destnîşan kir ku ev 3 sal in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Dema birêz Ocalan xwedî gotin bû, pevçûn sekinîn û mirov jiyana xwe ji dest nedan. Dema ku tecrîd giran bû pevçûn derketin û mirin çêbûn. Armanca meşê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Ev daxwaz daxwaza me ye jî. Birêz Ocalan wekî rojê ye, dema ku roj dernakeve hemû mirov di tariyê de dimînin. Her kes dizane ku bêyî birêz Ocalan aramî û aştiyeke mayînde nayê.”

Canbeylî di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em serkeftina meşvanan dixwazin. Ji bo ku em piştgirî bidin wan, em bi wan re meşiyan. Her gava ku di vê meşê de tê avatin, bi nirx e. Heya îro kurd ji bo jiyaneke demoratîk gelek berdêl dan. Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya mirovahiyê di jiyaneke nû ava dikin. Ev têkoşîn xewa hêzên modernîteya kapîtalîst revand. Têkoşîna kurd bi dostên xwe ve didin, plansaziyên hêzên hegemon serobino kirin. ji ber wê birêz Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye. Em dixwazin birêz Ocalan di nava xwe de bibînin.”

xwebûn.

 

Back to top button