ÇalakîCiwanManşêtPYD

jinên ciwanê PYD kampanyaya xwendina pirtûkên Rêbertî da destpêkirin

Meclisa Jinên Ciwan a PYD’ê li dijî hêzên faşîst û komploger ên hewl didin Komploya 15’ê Sibatê pûç bikin û bi şert û mercên girankirina tecrîdê rê li ber belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo bigirin, kampanyaya xwendina pirtûkên Rêbertî da destpêkirin.

Îro jinên ciwan li bajarê Qamişlo li (Navenda Ciwanan) hatin gel hev û dest bi xwendina pirtûka “Dewleta Kahîn a Sumeran” kirin ku yekemîn parastina Rêber APO ye.

Koma ji 8 jinên ciwan pêk tê, armanc dike ku di pêşerojê de bi hev re xwendina xwe bidomînin û xwendina her 5 parêznameyên Rêber APO bi dawî bikin.

Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a PYD’ê bang li hemû jinên ciwan kirin ku li bajarên xwe komên bi vî rengî ava bikin û fikrê Rêber APO bixwînin û nas bikin.

Back to top button