ManşêtNûçeRojava

Çalakiyên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya sala 2022ʹyan

Berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif civîneke çapemeniyê li avahiya daîreyê ya li Qamişloyê li dar xist. Kemal Akif xebatên dîlomatîk ên Rêveberiya Xweser ên sala 2022ʹyan eşkere kirin.

Kemal Akif rapora çalakî û xebatên dîplomasî yên daîreyê xwend û got: “Di çarçoveya xebatên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji bo nasandina Rêveberiya Xweser, taybetmendiyên wê, projeya wê wekî projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî, her wiha di çarçoveya teşhîrkirina binpêkirinên Tirkiyê û komên çete yên li herêmên dagirkirî û êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên me û bandorên wê de, her wiha di çarçoveya pêşxistina têkoşîna li dijî terorê de, di sala 2022ʹyan de gelek çalakî, hevdîtin, civîn û panel hatin lidarxistin.”

Kemal Akif diyar kir ku gelek şandeyên fermî, parlamenter, partî û saziyên sivîl serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, çalakiyên Daîreya Têkiliyên Derve di gelek qadên navneteweyî û herêmê de zêde bûn. Akif got: “Em dikarin bêjin ku di sala borî de tevgereke dîplomatîk a siyasî, mirovî û ewlehî bi pêş ket.”

Li gorî Kemal Akif xebat û çalakiyên dîplomatîk ên sala 2022ʹyan wiha ne:

* Li Rojhilata Navîn û dewletên Ereban gelek hevdîtin bi hikumet, kesayet û saziyên sivîl re pêk hatin. Her wiha gelek xebatên girîng bi navendên lêkolînan, saziyên sivîl, partî, saziyên ragihandinê re li ser xwezaya projeya me ya heyî, têkiliyên herêmî yên dîrokî yên ku destekê didin dosya, name û raporên têkildarî binpêkirin û gefên Tirkiyê hatin lidarxistin.

* Li dewletên Asyayê, di nav de Rûsya, gelek hevdîtinên nû yên girîng hatin lidarxistin, her wiha peywendiyên rasterast bi aliyên fermî û saziyên civakî re hatin lidarxistin. Ev hemû di çarçoveya nasandina Rêveberiya Xweser, rêgezên wê, nîqaşên li ser astengiyên hevbeş, dosyaya terorê û dosyayên mirovî de pêk hatin.

* Li Ewropa û dewletên Yekitiya Ewropayê zêdetirî 100 hevdîtin bi hikumetên fermî, aliyên sivîl, parlamenter, saziyên hiqûqî û ragihandinê re hatin kirin. Gelek dosya û name li ser binpêkirin û êrişên li ser herêmên me hatin şandin. Her wiha panel, semîner, komxebat û civînên hiqûqî û yên saziyên sivîl hatin lidarxistin.

* Li ser asta Sûriyê jî Rêveberiya Xweser hîna bi rêgezên xwe yên ber bi pêşxistina diyalogên nîştimanî yên sûrî ve girêdayî ye. Bi navbeynkariya Rûsyayê hin hevdîtin bi Şamê re hatin kirin, lê heta vê kêliyên tu encam nedan.

Der barê plansaziya daîreyê di dema bê de, Akif ev agahî hatin parve kirin: “Daîreya Têkiliyên Derve dê xebatên xwe di sala bê de zêdetir bike da ku armancên Rêveberiya Xweser pêk bîne, desteka aborî, siyasî û mirovî bi dest bixe ji bo ku îstiqrarê peyda bike û lihevkirineke nîştimanî ya sûrî pêk bîne, her wiha herêmên dagirkirî rizgar bike, têkoşîna li dijî terorê li ser hemû astan ne tenê di çarçoveyeke leşkerî de dewam bike. Li rex wê, destekeke navneteweyî di vî warî de bi dest bixe.”

515 ENDAMÊN MALBATÊN DAIŞ’IYAN RADESTÎ WELATÊN KIRIN

Di raporê de hejmara malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên Rêveberiya Xweser radestî hikumetên wan kirine jî hate eşkerekirin. Akif têkildarî mijarê got:

“Rêveberiya Xweser 15 kes (6 jin û 9 zarok) radestî hikumeta Swêdê kirin.

60 kes (16 jin û 44 zarok) radestî hikumeta Hollandayê kirin.

68 zarok radestî Rûsyayê kirin.

53 kes (15 jin û 38 zarok) radestî Almanyayê kirin.

Jinek û 3 zarok radestî Brîtanyayê kirin.

4 jin û 9 zarok radestî Albanyayê kirin.

2 zarok radestî Awisturyayê.

22 kes (6 jin û 16 zarok) radestî Balçîkayê kirin.

109 kes (32 jin û 77 zarok) radestî Fransayê kirin.

146 kes (42 jin û 104 zarok) radestî Tacikistanê.

Jinek û zarokek radestî YNK`ê kirin.

4 kes (2 zarok û 2 jin) radestî Kanadayê kirin.

17 kes (4 jin û 13 zarok) radestî Awistralyayê kirin.

Back to top button