Duh li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye, êrişek çekdarî pêk hat. Her wiha êrişkar, gule li restorantek kurdan û kûaforek li heman kolanê jî reşand. Di encama êrişê de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Abdullah Kizil şehîd bûn.
Wezîrê Derve yê Emerîkayê Antony Blinken derbarê êrişê de li ser malpera xwe ya twîterê peyamek belav kir.
Peyama Wezîrê Derve yê Emerîkayê wiha ye: “Ez ji qurbaniyên êrişa li ser navenda çanda Kurdî ya Parîsê re sersaxiyê dixwazim. Di vê roja xemgîn de dil û ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransa re ye.”