ÇalakîManşêtPYDRojava

Şandeyek ji partiya me serdana Partiya Yekîtiya Suriyanî kir

Di nava rêzeserdanên ku têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne, duh şandeyek ji partiya me, serdana nivîsgeha Partiya Yekîtiya Suryanî li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya partiya me ji hevserokatiya hevbeş ya nivîsgeha têkiliyan di partiyê de Erîfa Bekir, endamên nivîsgeha têkiliyan di partiyê de Ednan Ferman û Luqman Ebdullah, pêk hat.

Hevserokê hevbeş yê Partiya Yekîtiya Suriyanî Dr. Senherîb Bersomo, endamên komîteya rêvebir ya partiyê Robêl Biho û endamê di meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Suriyanî Gabriyel Şemon, pêşwaziya şandeyê kirin.

Di destpêka serdanê de, şandeya partiya me sersala nû ya mîladê li ser pêkhateyên xisristiyan pîroz kir, piştre rewşa siyasî û pêşketinên li herêma bakur û rojhilatê Sûriya hat nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de hate destnîşan kirin li ser pêwistiya berdewamiya hevdîtinan û çalakirina rola partiyên siyasî bi awayekî mezintir.

Her du aliyan tekez kirin li ser giringiya kar û kordînasyona di navbera partiyên siyasî de ji bo xurtkirina têkiliyên biratî û jiyana hevbeş di navbera tevahiya pêkhateyan da ku rê li pêşiya komployan bigrin.

Back to top button