Îro li seranserî Bakurû Rojhilatê Sûriyê jinan herikîn qadên çalakiyên pîrozbahiyê û Roja jinên kedakar bi coş û heyecan pîroz kirin.
Li Terbespiyê jî şêniyî herikîn gundê dirêcîkê yê girêdayî bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya”bi vîna jina azad emê siyasetênQîrkirin,Dagirkerî û Tecrîdê têk bibin ” bi şahiyekê pîroz kirin, şahî bi bernameyekî Filklorî û çandî hat li darxistin.