ManşêtNûçe

Bêrîvan Hesen: Dewleta Tirk li gor berjiwendiyên xwe Vîrusa Koronayê bi kar tîne

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Bêrîvan Hesen di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna Vîrûsa Koronayê kir û wiha got:”Cîhan tevda li beramberî Vîrûsa Koronayê şer dike, Erdogan jî dijmintiya xwe ya li beramberî Kurdan didomîne.”

Vîrusa Koronayê niha bûye bela serê hemû cîhanê. Niha hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe dide. Gelê Kurd bi salane di nava têkoşînê de ye û niha jî di heman demê de li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe dide. Dewleta tirk di vê serdema ku hemû cîhan li dijî Vîrusa Koronayê li berxwe dide de bi riya êrîşên xwe Gelê Kurd qetil dike. Gelê Rojava hem li hemberî Vîrûsa Korona û hem jî li hemberî êrîşên dewleta tirk ku rojane bajêr, navçe û gund tên topbarankirin li ber xwe dide û xwe diparêze. Li gorî agahiyên ji hundir bajarê Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê hatiye girtin dewleta tirk kesên ku bi Vîrûsa Korona ketine derbasî van bajaran dike û hewil dide ku derbasî herêmên di bin Rêveberiya Xweser de bike. Ruxmî ku niha êşa cîhanê bûye yek jî dewleta tirk û hevkarên wê êrişên xwe li ser herêmê didomîne.

Li gorî malpera JINNEWS Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Bêrîvan Hesen di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û belavbûna Vîrûsa Koronayê axivî û bersiva pirsan kir.

Di vê demê de tevahî cîhan li beramberî Vîrûsa Korona têkoşîn dike, hûn jî weke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina xwe ya beramberî vîrûsê çawa dikin?

Ev demeke dirêj e cîhan tevda di nava têkoşînê de ye. Ji ber Vîrusa Koronayê cîhan ketiye nava talûkeyeke mezin. Ji ber vîrûsê gelek qûrbanî hatin dayîn em sersaxî ji malbatên wan re dixwazin. Em jî wek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava liv û tevgerê de ne. Me gelek biryarên girîng ji bo parastina gelê herêmê girtin. Parastina herî mezin gel di malên xwe de bimînin û zarokên xwe biparêzin, baweriya me bi gelê me heye ku em ê li hemberî Vîrûsa Korona bi ser bikevin. Kar û xebat bi riya internet an jî telefonê tê meşandin, ji aliyekî din ve hin saziyên ku pêwîst e di nava bajar de bin weke hêzên ewlehiyê ji bo parastina gel, Şaredarî ji bo paqijkirina bajar û desteya Tenduristî li ser karê xwe ne. Biryarên Rêveberiyê yên di derbarê qedexeya derve de gel pêk tîne û bi encam dibin. Pêwîst e gel bizanibe ku heys niha vîrûs negihîştiye herêmên me ev nayê wê wateyê ku wê vîrûs neyê, ji ber sînorê me nêzî Tirkiyêye û hîna jî metirsî li ser herêmê heye, raste heya niha tu waqe li herêmên me derneketine, hewldanên me ji bo parastina gel û sîstema ku gel di malên xwe de bimînin heye.

Tevî belavbûna Vîrusa Koronayê dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser herêman nedaye sekinandin, ev êrîşên heyî bandoreke çawa li ser gelê herêmê  dike?

Em rewşa heyî li ser tora civakî dişopînin ku çawa cîhan tevda di metirsiyê de ye. Hemû cîhan difikire û dibêje gelo wê çawa derman ji bo vîrûsê bê peydakirin? Dema ku vîrûs belav bû êdî şerên ku dihatin kirin rawestiyan, lê dewleta Tirk heya niha jî şer li ser herêmên me dide meşandin. Li herêma Şehba, Til Rifet, Til Temir û navçeya Eyn Îsayê hîn jî êrîşên dewleta Tirk didomin. Dunya û alem li hemberî Vîrûsa Korona şer dike dewleta Tirk jî li hemberî Kurdan şer dide meşandin, şûna ku dewlet gel ji vîrûsê biparêze û bi erka xwe rabe, berovajî wê tê kirin. Rojane li dinyayê gelek kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin û jiyana wan di xeteriyê de ye, bi taybet jiyana kesên di girtîgehê de ne yên ku behsa doza demokrasiyê dikin. Di heman demê de ji Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî heta niha tu agahî nehatiye sitendin. Konseya KCK’ê di daxuyaniyekê de bang  li gelê azadîxwaz kir ku rabin ser piyan û got pêwîst e bi awayekî lezgînî ji Rêber Apo agahî were girtin. Li girtîgeha Îmraliyê dewleta Tirk bi erka xwe ranabe. Ji ber êrîşên dewleta Tirk êdî gel neçar dibin ji warên xwe koçber bibin, lê ji aliyekî din ve gel li hemberî Vîrûsa Korona jî xwe diparêzin. Mirov dikare bêje gel ketiye nava du şerî. Yek êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û ya din jî Vîrûsa Korona ye. Ev jî bandoreke neyinî li ser hişmendiya gel dike.

Li gorî agahiyên di destên me de dewleta Tirk kesên ku bi vîrûsê ketine derbasî Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê kiriye hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li gorî çavdêriyan di van demên dawî de dewleta Tirk kesên ku bi vîrûsa Korona ketine derbasî bajarê Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus û Efrînê dike, armanca  ew e ku bêje Rêveberiya Xweser nikare gelê xwe biparêze û bi taybet dixwaze tehlukeyekê di herêmê de çêbike. Em jî li gor derfetên heyî û bi alîkariya gel li herêmê parastina xwe dikin. Pêwîst e ji bo vê mijarê jî sînorek ji dewleta Tirk re bê dayîn. Pêwîst e Rejîma Suriyeyê  jî tedbîrên xwe li hemberî vîrûsê bigire. Xeteriya êrîşên dewleta Tirk û vîrûsê weke hev in. Êdî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê gumanan çê dike, ji ber ku dewleta Tirk bi awayekî rehet ji xwe re maf dibîne ku êrîşên xwe li ser herêmê bide meşandin, li ber çavên Netewên Yekbûyê ev tê kirin û bêdengiyek heye. Ev jî cihê gumanê ye. Pêwîst e liv û tevger li hemberî hişmendiya dewleta Tirk êdî cuda be, ji bo qirîz li herêmê neyê çêkirin, Netewên Yekbûyî bi erkên xwe yên mirovahiyê rabe û zextekê li ser dewleta Tirk bike.

Back to top button