Çand û HûnerDaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

Platforma Hunermendên Kurdistan li ser bilindkirina aloziya li Başûr Bang dike

Ev demeke kû, li Devera Zinê Wertê (başûrê Kurdista) aloziya ku rû daye, bûye cihê metirsî û fikara gelê me!.  Li ser vê rewşê Hunermendên Kurdistanî,  xemxwerî û fikarên xwe bi daxwîyaniyekî hevpar weha anîn ziman û dipirsin gelo: gelo dîsa “şerê birakujî” çêbibe?! Em naxwezin bawer bikin, lê xem û metirsiyên civaka Kurd heroj bêhtir dibin!… Tevahiya daxwîyaniyê eve:

JI RAYA GIŞTÎRE!
Banga Platforma Hunermendên Kurdistan
Herkes dizane ku, dewleta tirk a dagirker, bi konseptek berfireh, şerê qirkirina gelê kurd bi rêve dibe. Li çar beşên welatê me, li hember destkeftiyên gelê Kurd şerekî piralî û di her qadê de, di nava seferberiyek tunekirina destkeftiyên Gelê Kurd de, bi hemû hêza xwe a leşkerî, siyasî, îstixbaratî, aborî, dîblomasî û hwd dimeşîne. Ev rastia ji xwe re weku armanca şerê hebûn û nebunê feraset pejirandî.

Di 2014 de, yekane helwesta netewî ku, berxwedana Kobaniyê, Şengalê, Kerkûkê, Xaniqînê, Maxmur û gelek deveran, ango pêşketina helwest û giyanê netewî!, hêvî û omîdek mezin ji gelê me re avakiribû. Lê gelekî mixabin, hêz û partiyên me, ji ber berjewendiyên xwe ên (hizbî) û bandorên hêzên serdest, ew fersend ji dest revandin, her weha, nirxandin û xwendina paşeroja “cenga sêyemîn” li Rojhelata navîn, bi xemxawerî ya netewî nêzîk nebûn e!…
Dagirkirina Efrînê, Girê Sipî, Serêkaniyê û gelek deverên din yên stratejîk li başûrê Kurdistanê!. bêguman ev hemû encama tunebuna yekrêzî û tifaqa hêzên Kurd e!.

Di vê şerê bi mebesta tunekirina destkeftî û îradeya gelê Kurd de, dewleta tirk a dagirker, ji ber tunebuna yekrêzî, tifaq û şêwra yekîtiya netewî a hêzên Kurdistanî saz nebû ye!, di vî şerê qirkirinê de, li ser gelê me, gav bi gav êrîş, komkujî, guhertinên demografî û koçberî pêktîne.
Di konsepta şerî de, gav bi gav dorpêçkirina hêza Kurdan a leşkerî (çi Gerilayên azadiya kurdistan be, çi Peşmergeyên Kurdistan be) heye. bi hevkariya hêzên hagomonîk ên navnetewî, her wiha, bi plan û dek û dolabên dagirkeran, hewil didin ku careke dinê di navbera hêzên Kurdî de, şerê navxweyî û birakujiyê pêkbînin!.

Ji aliyekî de, li başûrê welêt, geşedanên êrîşên daişê, roj bi roj li ser herêmê dijwartir dibin,
Ji aliyê din ve jî, bo xeniqandina Şoreşa Rojava, êrîş û planên li ser destkeftiyên kurdan li başûrê welêt, bi rêjîma sêdara komara îslamiya êranê re, di nava siyaset û planên qirêj de, amedekariyên dorpêçkirin û têkbirina îrade û destkeftiyên kurdan dikin!.
Tevî ku başûrê welatê me, xwedî fermiyeta desthilatdarî û serweriyê ye, bargehên leşkerî ên dewleta dagirker, hem li Başûr hemjî li Rojava, herweha di bin navê şîrket û saziyên karmendan de, liv û tevgêra sîxorî û istixbarata tirk, bi her şêwazî amedekariyên têkbirina destkeftiyên gelê me dikin!. Têkbirina “hêzek Kurd bi destê hêzek Kurd” xem û xeyala dewleta tirk û êranê ye!.
Aloziya di navera hêzên Kurdî de, berjewendiya dewleta tirk û êranê a stratejîk e.

Ev demeke, li Devera Zinê Wertê (başûrê Kurdista) aloziya ku rû daye, bûye cihê metirsîn û fikara gelê me!. Em weku Hunermendên Kurdistanî, di nava xemxwerî û fikaran de ne, em dibêjin: gelo dîsa “şerê birakujî” çêbibe?! Em naxwezin bawer bikin, lê xem û metirsiyên civaka Kurd heroj bêhtir dibin!…
Em weku Hunermendên ji çar beşên Kurdistanê, ji berî 6 heyvan em bi helkeftinekê rabûn, bo yek rêzî û hevgirtina Netewî. Em hîn jî di van hewildan û xebatên xwe de bi biryarin û pêdviya vê helkeftinê bo yekîtiya netewî girîng dibînin. Ger çendî ji ber şewba virusa Corona, rewşa ewarte ya cîhanî dijîne hebe jî, Em ranewestîne. emê livbazî û çalakiya yekîtiya netewî, berdewam bikin.

Em êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser wargeha Maxmurê ku, ji ber vê êrîşê welatiyê sîvîl şehîd bûne… şermezardikin.
Ji bo çareserkirina aloziya li devera Zine Wartê, em banga lezgîn li Hikumeta xwe , li Parlamanto ya xwe û hemu rayedarên serwer dikin, em baga Partiyên xwe PDK. PKK. YEKÎTÎ dikin! Bi berpirsiyarî, li ser bingeha berjewendiyên netewî tev bigerin, pirsgirêkên rûdayî bi dîyalog û şêwira hemdemî li çareseriyê tevbigerin!.
Herwiha, banga me ji bo hemu Partî û hêzên kurdistanî, mudexeleya çareserkirina pirsgirêkan bikin û di çareserkirin aloziyan de, bi erka xwe rabin.!
Dîsa banga me ji bo hemu ronakbîr, zaniyar, rûsipî û aqilmendên civakê heye ku, destwerdan û mudexeleya çareserkirina aloziyan bikin!.
Hêviya me heye ku, hemu sazî, dezgeh, çapemeniya Kurd û hêzên navbihurtî, kesayet û saziyên civaka medenî, bi çalakiyên lezgîn destwerdana mijarê bikin. Ev banga me, weku banga hest û vîna Gelê me pêşwazî bikin!.
Bimre dagirkerî
Bijî Yekîtiya Netewî!.

Platforma Hunermendên Kurdistan bo Banga Yekîtiya Netewî.

Back to top button