ManşêtNûçe

Yekitiya Mamosteyan û Yekitiya Parêzeran bi boneya cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek dan

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan.

Di daxuyaniya Yekitiya Parêzeran de hate gotin: “Gelê Kurd bi salan e ji bo parastina hebûna xwe tê dikoşe û di vê pêvajoya têkoşînê de her tim astengiya ziman li pêş bû. Ji ber vê yekê girîng e ku Kurd li ber xwe bidin û doza zimanê dayikê divê li pêş be, her wiha wekî din jî divê partî û dezgehên me û hemû welatiyên Kurd berpirsyariya ku li ser wan hatiye spartin bi cih bînin.

Divê em bi ruhê şehîdên Gulanê û di van rojên dijwar de bi hemû rê û rêbazên cuda bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî ya xweş pîroz bikin û ji bo zêdekirina hişmendiya çandî û zimanî di nav mirovan de, bixebitin.”

Her wiha di daxuyaniya Yekitiya Mamosteyan de jî hate gotin: “Piştî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di hemû qadên civakê de xwe bi rêxistin kir. Her wiha şoreşa zimanê kurdî bû xeta herî sereke di nava civakê de. Hemû pêkhate bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeya xwe dibînin û diaxivin. Bê guman jî parêzvanên vê pergalê mamoste bûn ku di pêşxistin û pêşvebirina zimanê kurdî de roleke girîng û sereke û bibandor lîst ku îro roj pergala perwerdeya pirzimanî û pirçandî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye mînak û çavkaniya demokrasiyê.

Em wek Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rojê li hemû mamosteyan û xebatkarên zimanê kurdî û hezkiriyên wê pîroz dikin.

ANHA

Back to top button