Çand û HûnerManşêtNûçe

Telat Yûnis: Vekirina Pêşangeha Pirtûka Kurdî destkeftiyek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Bi boneya roja zimanê kurdî, pêşangeha “Pirtûka Kurdî” li bajarê Qamişlo di rûniştina xwe ya duyemîn de, roja duşemê 15’ê Gulana 2023’an, ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cezîrê ve, bi navê “ Zimanê me nasnameya me ye” bi amadebûna saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li salona Zana ya bajarê Qamişlo hat oganîzkirin.

Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destpê kir.

Li aliyekî ji pêşangehê, “Telêt Yûnis” bi daxuyaniyeke taybet ji malpera Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) re axivî, tê de vekirina pêşangeha Pirtûka Kurdî di rûniştina wê ya duyemîn ku di roja Zimanê Kurdê de hat li dar xistin li hemû gelê me û li hemû şehîdên ku ji bo parastina zimanê Kurdî, zimanê xwe yê dayikê yê ku di bin ronahiya polîtîkayên înkar û qirkirina çandî ya gelê Kurd de weke nasnameya gelan tê dîtin, bedelên mezin dane pîroz kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis got: Zimanê Kurdî parastina hebûna xwe kir di riya ji nifşên wêjevan û ramanwerên ku ev ziman parastine.

Yûnis îfade kir ku vekirina Pêşangeha Pirtûka Kurdî bi van amûran weke destkeftiyek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber tîbûna gelê Kurd a ji bo zimanê dayikê.

Wiha li axaftina xwe zêde kir: Rêveberiya Xweser piştgirîkirina çalakiyên bi vî rengî berdewam dike ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û hemû çandên li bakur û rojhilatê Sûriyê, ji ber ku ziman nasname ye û divê bi hemû rê û rêbazan were parastin, ji ber ku ew hebûn û jiyan tê hesibandin.

Telat Yûnis di dawiya axaftina xwe dîsa vekirina Pêşangeha Pirtûka Kurdî di rûniştina duyemîn de li gelê Kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Bi hêviya ku ev pêşangeh pêş bikeve û bibe pêşangeheke cîhanî ya pirtûka kurdî.

Back to top button