Duh piştî nîvro êrişeke çekdarî li dijî Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê pêk hat ku di encamê de 3 kurd şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.
Têkildarî mijarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe Twitterê êrişa li Parîs şermezar kir û got: “Ev êriş pirsgirêka kurdî hedef dike û cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku serokê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî dê êrişekeran eşkere bikin.”
Her wiha Mezlûm Ebdî bang li xurtkirina hevkariyê di têkoşîna li dijî terorê de kir.
Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.