ÇalakîManşêt

Şandeyek ji têkiliyên partiya me serdana Rêxistina Asûrî ya Demokratîk kir

Di nava rêzeserdanên ku têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne, duh nivîsgeha têkiliyan serdana Rêxistina Asûrî ya Demokratîk li bajarê Qamişlo kir.

Serdan ji hêla hevserokatiya hevbeş ya nivîsgeha têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat Erîfa Bekir û endamên nivîsgeha partiyê Ednan Ferman û Luqman Ebdullah, hate kirin.

Şande ji hêla endamê nivîsgeha rêvebir berpirsyarê têkiliyên giştî di rêxistinê de Gabriyêl Koreh, endamê nivîsgeha rêvebir di rêxistinê de Qiryaş Koreh, her wiha Melek Yaqûb endamê di nivîsgeha lêkolînên rêxistinê de, hatin pêşwazî kirin.

Di destpêka serdanê de sersala nû ya miladî li ser pêkhateyên Xisristiyaî hate pîroz kirin, piştre nîqaş li ser hin mijaran hate kirin weke rewşa siyasî ya li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet.

Her du aliyan destnîşan kirin li ser giringiya kar û kordînasyona di navbera tevahiya partiyên siyasî û rêxistinan de ji bo xurtkirina têkiliyên biratiyê û jiyana hevbeş di navbera tevhiya pêkhateyan de. .

Back to top button