Li Senatoya Fransayê, parlamenterên ji komên siyasî yên cuda hatin ba hev, ji bo Kurdan çalakî li dar xist.
24 parlamenter li Fransayê hatin ba hev û tev li çalakiya protostoyê bûn. Parlamenteran bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê, banga avakirina şandeyeke navneteweyî kir.
Parlamenteran, dowîzên li ser “Çekên kîmyewî; Bi lez û bez dest bi vekolînê bikin“, “Erdogan rawestîne“, “Aştî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re“ û “Piştevanî bi gelê Kurd re“ nivîsandî, hildan û polîtîkaya şer a dewleta Tirk a bi ser Kurdan protesto kir.
Roja 1’ê Kanûnê jî çar senatorên ji komên siyasî yên cuda li Senatoya Fransayê, daxuyanî da çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û bang li Fransayê kir ku nehêle dewleta Tirk tevgereke dagirkeriyê bike. Di heman daxuyaniya çapemeniyê de senatoran da xuyakirin ku ew ê meha Çile şandeyekê bişînin herêmê.
Meha Tîrmehê jî bi pêşengiya Senator Laûrence Cohen ji bo qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin, bi îmzeyên 102 senatoran metnekê bangawaziyê weşand.