ManşêtNûçe

Rewşenbîran bang li Serokwezîrê Îngilistanê kirin: Li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin!

Rewşenbîr û gelek kesayetên navdar di cîhanê de bang li Serokwezîrê Îngilistanê kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser kurdan helwestê nîşan bide.

Komîteya Aştî ya Kurdistanê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nameyek ji Serokwezîrê Îngilistanê Rishi Sunak re şandin.

Zanyarê ziman ê li cîhanê naskirî Noam Chomsky, Serokê Giştî yê Partiya Karker a Îngilistanê yê berê Jeremy Corbyn, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) Michael Gunter, parlamenter Kate Osamar, Hywel Williams, Jean Lambert, Nûnerê Sendîkaya UNITE the Union Simon Dubbins jî di nav de gelek akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan mohra xwe danîn binê nameyê.

Bi sernavê “Têkildarî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê” name hat amadekirin û ji Serokwezîr Sunak re hate şandin.

Di nameyê de wiha hate gotin:

“Birêz Serokwezîr, em têkildarî êrîşên hêzên Tirk û Îranê yên li dijî gelê Kurd ên li Sûriye, Iraq û Îranê dinivîsînin.

Kampanya bombardûmana hewayî ya Tirkiyeyê ku 19’ê Mijdarê de li ser Bakur-rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê hate destpêkirin û dewam dike, çalakiyeke leşkerî ye ku bi rengekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê dike. Em bang li hikumeta we dikin ku bi gotinên herî şênber van çalakiyan şermezar bikin. Em bang li we dikin ku piştgiriyê bidin hewldanên navneteweyî yên ji bo misogerkirina aştiya li vê herêmê û van êrîşên ku gefê li aramiya herêmî dixwin, rawestînin. Li gel bandora hilweşîner a bombardûmanê li ser sivîlên li van herêman, dibe ku bibe sedema zêdebûna pêla koçberiyê ya girseyî.

Serokkomar Erdogan êrîşa bombeyî ya giran a 13’ê Mijdarê ya li Stenbolê weke bahaneyê bi kar tîne û ji bo me cihê metirsiyê ye ku vê yekê ji bo êrîşên li ser herêmên ku şêniyên wê bi giranî Kurd in, dike mîna amûrekê.

Di heman demê de hêzên hikumeta Îranê jî êrîşeke bêrehm birin ser Kurdên li Îranê. Piştî çalakiyên şermezarkirinê ku li dû kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya li navenda polîsan hate destpêkirin, Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îslamî êrîşên li ser bajar û navçeyên li rojavayê welêt zêde kir ku piraniya şêniyên van bajaran Kurd in.

Komara Îranê her wiha bi îdîaya ku bi piştgiriya çalakgeran şerê li bajarê Kurdan ên li Îranê sor dikin, êrîş bir ser Kurdên Îranî yên xwe li Iraqê girtine.

Weke ku hûn jî zanin, Mîsyona Alîkariya bi Iraqê re ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku divê êrîşên Îran û Tirkiyeyê bêne rawestandin û serweriya neteweyî ya Iraqê neyê binpêkirin. Her wiha ragihand ku ev çalakiyên tundiyê li herêmê aloziyê zêde dikin, dibin sedema trajediyê.

‘SICÎLA METIRSÎDAR A HERDU DEWLETAN LI DIJÎ KURDAN’

Cihê metirsiyê ye ku Îran û Tirkiye ji bo têkbirina ‘yên herdu welatan nearam dikin’ li hev kom dibin û banga hevkariyê dikin.

Herdu welat xwedî sicîleke metirsîdar e ku beriya bi dehan salan li dijî nifûsa Kurdan zilemeke giran kirin. Bêdengî û xemsariya welatên mîna me, hêz û wêrekiyê dide êrîşkaran û dibe sedem ku hîn bêhtir mirov jiyana xwe ji dest bidin, herêm bikeve nava şerekî timî û DAÎŞ û komên mîlîs ên mîna wê ji nû ve bikevin nava liv û tevgerê.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê di 29’ê Mijdarê de wiha got: ‘Operasyonên leşkerî yên berfireh ên aktorekî wê bandorê li qadên din jî bike. Em di kêliyeke biryardanê de ne. Piştî sê salên hinekî bi aram derbas bûn, fikrê lidarketina operasyoneke leşkerî ya mezin, min aciz dike. Têkildarî bandora vê yekê li ser sivîlên li Sûriyeyê û tevahiya herêmê bi tirs û fikar im. Ji ber ku heta niha ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkê hewldaneke cidî nehatiye kirin, îhtimala zêdebûna rageşiyê min bi heman rengî dixe nava tirs û fikaran. Rêxistinên terorê yên hatine bêbandorkirin, lê belê hînê nehatine têkbirin, wê ji rewşa nearam a nû yekser sûdê werbigirin’.

‘EM BANG LI WE DIKIN KU DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Ji bo şermezarkirina vê asta metirsîdar a tundiya li dijî qanûnê, weke Serokwezîr em bang li we dikin ku dengê xwe bilind bikin. Bang li Neteweyên Yekbûyî û Îngilistanê dikin, bikin ku hevalbendê NATO’yê Tirkiye li gorî sozên navneteweyî û hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Em bang li we dikin, ku ji bo dengê gelê Kurd bê bihîstin û di vê pêvajoyê de bi rengekî rast bê temsîlkirin, ji bo pêkhatina aştî û diyalogê li herêmê tişta ji destê we tê bikin, bandora xwe bi kar bînin.”

Back to top button