DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya cejna Êzî

Civaka me ya Êzdî wê sibe ceja Êzî pîroz bikin, di heman demê dikeve îna yekemîn de ya meha Berfanbar ya rojhilat, berî cejnê jî sê rojan rojî digrin ( Rojiya Êzî) piştre cejn tê dikeve roja çaran de, tê de pîrozbahî tê kirin.

Cejna Êzî vê salê di dema ku gelê me yê kurd bi awayekî giştî û civaka me ya Êzdî bi taybet di qonaxeke hestyar derbas dibin hat, her wiha hîn xwîna civaka me ya êzdî zuha nebûye ji êşan û hîn jî berdewame li Şengal, Serê Kaniyê û Efrîn û kampên li Şehbayê, hê jî tevahiya peyman û urfên navdewletî tên binpêkirin, tevî hemû bûyerên ku çêbûn û çêdibin civaka me ya êzdî berxwedide, berxwedanek bê hempa ji bo parastina nirx, çand û cejnên wê.

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) bi hatina vê boneyê gelê xwe yê Êzdî pîroz dikin û hêvî dikin ku hemû boneyên gelê me bibe wesîleyek hevgirtinê û riyeke ji bo nêzîkbûna nêrînan li pêşiya tiştê ku li ser gelê me yê kurd pêk tê bi giştî, di heman demê de em bamg li tevahiya rêxistinên mirovî û civaka navdewletî dikin ku xwe berpirsyar bibîne û sînorekî ji van komkujî û qirkirinên entîkî re deyne, ku her dem li ser gel û hindikahiyên olî tê û di serî de civaka me ya êzdî ji yên din zêdetir rastî van qirkirina hat.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2022-12-15

Back to top button