ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn
QSD`ê: Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ji rastiyê dûr e
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîsk weşand û bal kişand ser îdîayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker.
Daxuyanî wiha ye:
“Di roja 2`ê Adarê de, ji aliyê Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek hat weşandin. Li gorî daxuyaniyê 32 şervanên YPG di dema amadekariya êrişê de hatine şehidxistin. Tiştên ku di vê daxuyaniyê de tên gotin ji rastiyê dûr in û bi armanca şerê taybet hatine ragihandin.”