ManşêtNûçe

Rûsya: El-Colanî û 20 hezar terorîst hê jî li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de ne

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê general Igor Konachenkov li gel ajansa Spûtnîk a Rûsyayê piştrast kir ku nêzî 18 mehan ji peymanê tevahî komên terorîst ên ku ji hêla NY’yê ve bi fermî hatine itîrafkirin, ber bi sînorê dewleta Tirkiyê ve hatin kişandin.

Konachenkov daxuyand ku herêmên ku tê de terorîst hene, bi nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk re ku li gorî peymanê belav bûne, hatine yekkirin. Konachenkov wiha domand: “Êriş û topbaranên bêserûber li herêmên sivîl ên derdorê û baregeha Hemêmîm a Rûsyayê ya asîmanî re rojane ne.”

Her wiha piştrast kir ku di dirêjahiya vê demê de kesekî ji Ewropa û DYA’yê rewşa mirovî ya li Idlibê, derdora wê û sedemên nepêkanîna Tirkiyê ya sozên xwe, berçav negirtin. Berdevk îşaret bi reftarên dewleta Tirk kir ku hêzên êrişkar tevî hejmarek ji tîmên mekanîk veguhastine Idlibê ku binpêkirina qanûnên navdewletî ye, tu kesî ji rojavayiyan nedît.

Berdevk Igor Konachenkov reftarên Enqereyê li Idlibê rexne kirin û got: “Gefên eşkere yên wêrakirina tevahî yekîneyên hikumeta Sûriyê û vegerandina rêya M5 di bin serweriya terorîstan de ye.”

Igor Konachenkov der barê daxuyaniyên dawîn ên El-Colanî têkildarî êrişa hevbeş a li dijî hêzên Sûriyê de, piştrast kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, Partiya Îslamî ya Tirkistanî û Pasdarên Îranê  tevî çekên giran ber bi kûrahiya herêma bêçek a Idlibê ve hatine kişandin.

Konachenkov da zanîn ku di heman demê de jî belavkirina wêneyên kampê li nêzî sînorê dewleta Tirk a ku beriya çend salan hatiye avakirin, nîşaneyek e.

General Igor Konachenkov diyar kir ku tevahî terorîstên li Idlibê, niha bûne “nûnerên opozîsyona mutedîl” ji nav wan jî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî li wir hat dîtin û li gorî ku DYA’yê daxuyandiye, hat kuştin.

Her wiha berdevk Igor Konachenkov piştrast kir ku serçeteyê koma terorîst a ku NY’yê bi fermî xistiye lîsteya terorê El-Colanî û 20 hezar çete li herêma di bin kontrola dewleta Tirk de ne.

ANHA

Back to top button