ÇalakîManşêt

Ciwanên Yekîtiya Demokrat meşek dirêj li darxistin

Di bin drûşmeya “Bi şoreşa ciwantiyê em ê faşîzmê têk bibin û Rêber Apo azad bikin” ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD meşek li darxistn li ser asta herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina komploya li ser rêber Ocelan bi sedan ciwanên ji pêkhateyên kurd û Ereb tevlî meşê bûn.

Ciwanan posterên rêber Ocelan û alên Partiya Yekîtiya Demokrat hildabûn.

Meş saet 12‘ê nîvro ji gundê Berkevirê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û li navenda navçeya Dirbêsiyê meş rawestiya, meş bi deqeyek rêzgirtin destpêkir pştre jî hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat Eyşe Hiso axivî û got: Em hemû dizanin ku jin û ciwan stûnên sereke ne. Hêzên ku dixwazin civakeke kole biafirînin hertim jin û ciwanan dikin hedef. Lê îro bi ramanê Ocalan re ku xwe dispêre felsefeya netewa demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş em dibînin ku dewleta Tirk li dijî kesayeta Rêber Ocalan komployan dike.”

Eyşe Hiso diyar kir ku ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD‘ê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dişopînin û got: “Em ê nesekinin ta agahiyekî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan bigirin, ji ber ku em dizanin û tevahî cîhanî dizane ku kilîta çareseriyê li cem Rêber Ocalan e.”

Bi navê  ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk Henan Mamed jî got: “Em ranawestin û nawestin ta rewşa rêbertî nas bikin. Bila dewleta Tirk a dagirker nas bike ku ciwan û gelê Kurd fedayî rêbertî ne, em li ser fikir û felsefeya wî mezin bin. Em ê hertim li qadan bin agahiyekê jê bigirin.”

Meş bi drûşmeyên” Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

 

Back to top button