ManşêtNûçe

Yeghia Tashjian: Bikaranîna Tirkiyê çekên kîmyewî sûcekî şer e

Dewleta Tirk êrişên hovane li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne û di êrişên xwe de hemû cûreyên çekan bikar tîne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG`ê, dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yê li Başûrê Kurdistanê bikar tîne.

Di vê çarçoveyê de lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Ermen ku li Lubnanê dimîne Yeghia Tashjian ji ANHA`yê re wiha axivî: “Dewleta Tirk dixwaze tirsê li gundewarên Kurdan belav bike wek ku çawa li Sûriyê kir, vê yekê bi rêya bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî dike.”

Lêkolînerê Ermen destnîşan kir ku di demekê de ku dewleta Tirk û wekîlên wê yên sûrî hikumetê tawanbar dike, diyar e ku Erdogan amadekariyên êrişeke kîmyewî li Idlibê dike da ku hikumetê tawanbar bike û got: “Dibe ku Enqere êrişeke din a kîmyewî li ser Şam û herêmên di bin serweriya Kurdan li Sûriyê de, pêk bîne.”

Tashjian destnîşan kir ku di 24`ê Nîsana 2021`an de dewleta Tirk êrişeke din bire ser Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku êrişên ku hê jî didomin, bi çekên kîmyewî yên qedexekirî têne kirin.

Her wiha Tashjian da zanîn ku Erdogan texmîn dike ku bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî û êrişên li dijî herêmên Kurdan wê piştgiriya gel a ji bo xwe di hundirê Tirkiyê zêde bike ku bi temamî paşde ketiye.

Lêkolîner û şîrovekarî siyasî yê Ermen Yeghia Tashjian îşaret pê kir ku piştgriya gel a ji Erdogan re paş ketiye û sedema vê yekê spart aloziyên diravî yên domdar li hundirê Tirkiyê. Her wiha got, ev yek nayê wateya ku dê Erdogan di hilbijartinên bê de bi bin bikeve, ji ber mûxalefet belave, elmanî, neteweperest û partiyên alîgirên Kurdan nikarin eniyeke yekbûyî ava bikin.

Back to top button