ÇalakîJinManşêt

Şandeyek ji Têkiliyên Jin a PYD serdana navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeyek ji Têkiliyên Jin  di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, îro serdana navenda Yekîtiya Rewşenbîrîn Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo kir, ji bo rewşa jinê li herêmê nîqaş bikin û pêwistiya çareserkirina tevahiya dozên têkildarî wê.

Şande ji “Erîfa Bekir” û “Şadiya Omer” pêk hat endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD.

“Diyala Elî” endama Lijneya Rêvebir ya navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê û “Lema Elî” endama lijneya têkiliyan û “Solîn Ebdul Semed” enama di navendê de, pêşwaziya şandeyê kirin.

Nîqaş li ser rola rewşenbîran di hemû waran de siyasî, civakî û çandî… hat kirin, her wiha li ser dozên têkildarî jinan û çawaniya çareserkirina wê, ji ber ku jina rewşenbîr rola wê ya giring di civakê de heye, wekî din bandora wê ya jêhatî ku kare riya tevgera civakî bighurîne.

Her du aliyan destnîşan kirin li ser domandina serdan û hevdîtinan, û çalakirina bername û semîneran ji bo xurtkirina têkiliyan û xebata hevbeş di navbera wan bi awayekî mezintir.

 

Back to top button