ManşêtNûçe

TEV-DEM: Rêber Ocalan hêza çareseriyê ye 

Bi boneya salvegera 22`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da:

Daxuyanî wiha ye:  

“Em Komploya Navneteweyî ya ku hêzên hegemonîk li dijî rêberê gelê bindest pêk anî, şermezar dikin ku bi çalakiyeke navneteweyî ya derexlaqî, derqanûnî û bi Komploya Navneteweyî ya berfireh hate naskirin. Dewletên kapîtalîst bi hevkariya istixbaratên ku destê gelek dewletan tê de hebû, xwest bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan peymana dawiya sedsala 20`an pêşkêşî faşîzma Tirkiyê bike û bi vê komployê vîna gelê Kurdistanê, destkeftiyên wan, vîna şoreşa azadiyê, yekitiya biratiya gelan têk bibin û hêviyên azadiyê û wekheviya li ser bingeha rêgezên biratiya gelan û jiyana hevbeş re lawaz bikin.

Ev 22 sal e ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide û dewleta Tirk tecrîdê ferz dike, her wiha cezayên derqanûnî dibire û kiryarên herî şovenîst pêk tîne, ji van kiryaran jehrkirin û îşkencekirin û rê nade malbatê û parêzer ku pê re bicivin. Ev jî isbat dike ku hikumeta dewleta Tirk a faşîst di peydakirina çareseriyên demokratîk û aştiyane de bi bin ketiye.

Rêber Ocalan nûnertiya vîna mirovên azad û îradeya beşên civakê dike û ji bo misogeriya demokratî û aştiyê û lidarxistina diyalogên avakar tê dikoşe. Ji lew ra azadiya rêber Abdullah Ocalan misogeriya tekane ya çareserkirina aloziyên li herêmê ye.  Lê mixabin dewleta Tirk û dewletên komploger girîngî nedan vê yekê, berovajî vê yekê tundî û teror bi kar anîn. Êrişa dawî ya li dijî herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî ku derbeyên giran ku ji aliyê HPG`ê ve dixwe, nîşan dide ku di dagirkirina Başûrê Kurdistanê de bi israr e. Her wiha dagirkirin û sûcên wê yên domdarî li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Kurdistanê ku di nava bêdengiyeke şerm a navneteweyî de pêk tên, guhertina demografîk a bi armanca qirkirina gelê Kurd û nasnameya wê berdewama vê komploya hovane ye.

Lê berxwedana ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de dide meşandin û tevlêbûna bi hezaran girtiyên siyasî ji vê berxwedanê re, her wiha tevlêbûna bi dehan melyonan mirovên cîhanê ji pêngava “Dem dema azadiyê ye” re, nîşand dide ku felsefeya neteweya demokratîk projeya herî guncaw ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û alozyên li herêmê ye û rêber Ocalan hêza çareseriyê ye.

Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hêzên siyasî yên neteweyî yên kurdistanî û rêxistinên civaka sivîl dikin ku li dijî tevgerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê helwesteke nîştimanî bide.

Her wiha bang li demokrat û azadîxwazên cîhanê dikin ku azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin û ji bo têkbirina komployê kar bikin. Abdullah Ocalan ne rêberê gelê Kurd tenê ye, di heman demê de bûye sembola azadiyê û ji hemû gel û pêkhateyên ku azadiya xwe wekî azadiya rêber Ocalan dibînin tê dikoşe.”

Back to top button