ÇalakîManşêt

Yekîtiya Demokratîk serdana pêşengeha wêneyên rêber Ocelan li Hesekê kirin

Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), duh 13’ê Sibatê, serdana pêşengeha wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocelan di roja çaremîn de kirin, ku Tevgera Ciwanên Şoreşger bi kordînasyona Tevgera Çand û Huner û Yekîtiya Rewşenbîran organîz kir, li parka rêber li bajarê Hesekê, ku bi dirûşmeya “Azadî û Edalet ji bo rêber Abdulleh Ocelan re” hat li dar xistin.

Dema ku gihaştin, endamên Meclisa Giştî û endamê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk li kona ku pêşengeh tê de hat organîzkirin giriyan, pêşengeh bi dehan ji panelên dar yên bi wêneyên rêber Abdullah Ocelan hatin neqşandin tê de hebû.

Refet Derwîş endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axivî û tê de komploya navneteweyî ya li ser rêber û ramanwer Abdullah Ocelan şermezar kir û got:” Armanckirina rêber Ocelan ne armanckirina şexsî ye lê ew armanckirina ramana azad û biratiya gelan ên ku bi azadiyê û demokrasiyê bawer dikin, Derwîş tekez kir ku welatên ku ev komplo pêk anîn îro  welatên pêwendîdarin li ber raya giştî ya cîhanî û herêmî ji bo azadiya rêber Abdulleh Ocelan Ji ber ku rêber ne ji projeya dewleta netewe, lê ji projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş bawer dikir”.

Piştre bi navê jina ciwan di Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, ku naveroka wê li ser komploya navneteweyî û girtiyên di zindanan de, şanoyek hate pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve, Besma Muhemed endama Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat, diyar kir ku pêşangeh digel 22’ê salvegera komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêber Abdullah Ocelan hat kirin, hate vekirin û pêşangeh dê bidome heya îro, 14’ê Sibatê.

   

   

Back to top button
Close