ManşêtNûçe

Silêmanî sempozyûmek li ser girîngiya berxwedana Kobanê pêşkêş dike

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya li herêma Kuristanê, û bi hevkariya Foruma li dijî dagirkeriyê sempozyûmek li dar xist li ser giringiya berxwedana Kobanê, li parka Azadî li bajarê Silêmaniyê roja Dûşemê 2 mijdarê, bi tevlîbûna bi dehan ji çalakvanan, rewşenbîran, nivîskar û nûnerên partiyên siyasî.

Di destpêkê de nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya li herêma Kurdistanê “Nûrşan Hisên” gotinek kir di der barê de şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anî, û bal kişand li ser giringiya piştgiriya kurdan û hemû gelên cêhanê ên azad ên piştgiriya vê berxwedanê dikin, ku ne ji berxwedan Kobanê dijî faşîzm û hêzên terorê wê projeya demokratî bi dawî biba, ku şerê li Kobanê ne tenê şere bajar bû, lê belê şere mirovahiyê dijî faşîzmê bû, û tekez kir ku serkeftina Kobanê ew serkeftina hemû kurdan û hemû gelên azadîxwaz dijî hêzên terorê ye.

Piştre navê Kongreya Netewî a Kurdistanî dektor Şêrgo Hemê Emîn axivî, û got di berxwedana Kobanê de yekîtî û hevgirtina kurdî li dijî dagirkeriyê hebû lê mixabin me ev hevgirtin nedît di vê qonaxê de tevî ku xeterî hîn berdewame, û Partiya Demokratîk a Kurdistanî hewil dide ku şerekî kurdî kurdî çêbike û divê hemû aliyên kurdî li dijî vê siyasetê raweste.

Her wiha nivîskar û siyasetmedarê kurdî Mihemed Emîn Bêncewînî di sempozyûmek de axivî, û tekez kir ku berxwedana Kobanê ew e şoreşa mirovahiyê ye û em bi wê şoreşên Fîtnam û Oktober bibîr tînin, ku hemû azadîxwaz û daxwazên azadiyê, her wiha tekez kir û got: Bi drêjahiya dîrokê û bi rêxistina jinê û bi vîna wê yî bi hêz kare gelek têgehan bighwere.

Wekî din Mihemed Abdullah serokê tevgera Azadiya Civaka Kurdistanî, û Faroq Refîq nivîskar û Ekdîmîsyen, nûnerê Eniya Demokratîk a gelêrî û nûnerê 70 hêzan û Partiya Kesk axivîn û hemuyan tekez kirin li ser giringiya berxwedana Kobanê û yekîtiya refa kurdî û pêwistiya vejîna rihê berxwedana Kobanê.

   

   

     

Back to top button