DaxuyanîManşêt

Sersaxî

Di çarçoveya şerê qirêj de ê ku rejîma Tirk bi armanca şikandina îradeya gelê me li dijî gelê me yê Kurd dimeşîne, balafirên bêmirov yên Tirk hevseroka Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevala Zeyneb Muhamed ku di heman demê de weke endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê têdikoşiya û heval Yelmaz Şero hedef girtin, dema ku duh piştî nîvro li nêzî bajarokê Girkê Legê dema erka xwe ya neteweyî pêk dianîn.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD tevî şermezarkirina vê tawana hovane, sersaxiyê ji gelê me û endamên partiya me û malbata şehîd bi taybet re bi vê êşa mezin û bi êş dixwaze, û soza şopandina rêya ku rêhevalên me Zeyneb û Yelmaz tê de şehîd ketine, didin.

Ji şehîdên azadiyê Zeyneb Muhamed, Yelmaz Şero û hemû şehîdên azadiyê re rêz û sersaxiyê.

Şerm ji dijminên gelê me re

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

28-9-2022

Back to top button