ManşêtNûçe

​​​​​​​Rêxistinên jinan êrişa dagirkeriya Tirk şermezar kir 

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkidarî êrişa duh a dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da ku li dijî erebeyekê li nêzî gundê Til Ceman ê navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişloyê pêk hatibû û di encamê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero şehîd bûbûn. Daxuyanî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin.

Li bajarê Hesekê daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Rêxistina Sara, Fereh Mihemed, li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo ji aliyê berdevka rêxistinê Arezû Temo, li navçeya Eyn Îsayê jî ji aliyê endama rêveberiya rêxistinê Diyane Eyûb ve hat xwendin û bi dehan jin û koçberên kantona Girê Spî ya dagirkirî beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn û wiha berdewam kir: “Herî dawî Zeyneb Mihemd û Yilmaz Şero di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûn.

Em vî sûcî şermezar dikin û em soz didin ku em ê têkoşîna li hember van êrişên hovane bidomînin.

Rêxistinên navneteweyî, aliyên hiqûqî, dewletên garantor û di serî de Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in. Ji ber ku wan soza parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êriş û destdirêjiyan dabû û peymana agirbestê misoger kiribû. Divê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê xwestin û qedexeya hewayî li herêmên me bê ferzkirin.”

‘ARMANCA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ ŞIKANDINA VÎNA JINAN Û TÊKBIRINA RÊVEBERIYA XWESER E’

Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li pêş navenda Meclisa Rêveberiya Herêma Firatê ya li bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Evîn Şêx Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên sîstematîk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanc ji vê êrişê şikandina vîna jinan û tunekirina projeya Rêveberiya Xweser, derxistina tevliheviyê û têkbirina aramî û îstiqrara herêmê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em van êrişên dijminane û hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan û gelan pêk tîne, şermezar dikin û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, red dikin.

Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku li hember van sûcan gavên pratîk biavêjin û van karên dermiovî belge bikin. Her wiha divê qada hewayî ya herêmê li pêş balafirên Tirkiyê bê girtin.”

ANHA

Back to top button