Nûnertiya Kongra Star li Başûrê Kurdistanê duh şandeyek pêşwazî kir ku ji seroka Rêxistina Dabîn a Geşpêdana Demokratîk û Mafên Mirovan Dilsoz Zengene û nûnera ola zerdeştî ya Başûrê Kurdistanê Awat Husamudîn pêk hat.
Şande ji aliyê nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Lêman Şawîş û endamên desteya rêveber a nûnertiyê Dilvîn Ehmed û Silava Silêman ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de, mijara pêşxistina jinan di hemû waran de û geşedanên dawîn ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê de nîqaşkirin.
Nûnertiya Kongra Star pirtûkeke girêdayî şoreşa jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şandeyê re pêşkêş kir.
ANHA