ManşêtNûçe

Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên parastina rewa şermezar kirin

Di bin drûşmeya “Riya we riya me ye, armanca we armanca me ye”, ”bijî berxwedana her sê azadiyan”, îro di dîroka 25 Gulanê, bi sedan ji şêniyên Kobanê derketin bi armnca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên parastina rewa.

Şêniyên kantona Kobanê derketin meşeke gelêrî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser li kantonê beşdarî meşê bûn, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Avşîn, Metîna û Zap, şêniyan pankartên ku piştgiriya berxwedan “Bazên Zagros” dikin hildabûn, her wiha pankartên şermezarkirin êrîşên dagirkeriya Tirk li ser heremên me.

Şênî li qada Jina Azad kom bûn, deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre bi navê navçeya Kobanê Osman Îsmaîl Remedan axivî û bombebarana Tirkiyê li ser herêmên parastina rewa şermezar kir, her wiha bêdengiya navdewletî jî şermezar kir der barê binpêkirinên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne.

Osman Îsmaîl tekez kir ku hêzên Gerîla misogeriya parastina destkeftiyên gelê me ye, divê em hemû piştgiriya berxwedana lehengên xwe yên azad bikin.

Back to top button