ÇalakîJinManşêt

Meclis Jin di PYD’ê de civînek rêxistinî li navçeya Çelebiyê lidar xist

Di nav çarçoveya hemleya rêxistinî ya ku Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê de dest pê kir, ku civînên rêxistinî tên lidar xistin li kanton û herêman, duh 24’ê Gulanê Meclisa Jin civînek rêxistinî ji rêveberiyên xwe li navçeya Çelebiyê ya girîdayî herêma Firatê li dar xist.

Civîn li buroya partiyê li navçeyê bi beşdariya rêveberiyê jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ê hat lidar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pêkir, piştre Zehra Semo berdevka bi navê Meclisa Jin li ser geşedanên dawî li herêmê, bi taybet pêşketinên li ser qada siyasî axivî.

Semo di axaftina xwe de li ser şerê heyî li herêmê axivî, dest nîşan kir ku dibe ku şerê sêyemîn bi navkin, û ew şerê hêzên nûjen ê kapîtalîst li gorî girîngiya erdingariya herêmê.

Semo tekez kir di dawiya axaftina xwe de ser girîngiya çalakirina rola jin di partiyê de ji bo li hemberî hemû astengiyên li ber wê derdikeve ji aliyê rêxistinî bisekine.

 

Back to top button