Bi merasîmek heybet, bi sedan şêniyên kantona Efrîn , Şehba şehîd “Elî Mihemed” ê ku dema li ser karê xwe bû bi balafirek bê mirov ya dagirkeriya dewleta Tirk li bajarokê Til Rifetê de şehîd bû, oxir kirin.
Girseya gel tevî hemû saziyên Rêveberiya Xweser, tevger û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan, axaftin bi navê kantona Efrîn ê ji aliyê Heyet El-Ehmed û bi navê Tevgera Civaka Demokratîk tev-dem ji aliyê heval Hisên û birayê Rêzdar şehîd Elî hat kirin.
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin
NAV û paşnav : Elî mihemed
Navê dayîkê : meqbule
Navê bav : Ebdulrihman
Cihê jidayîkbûnê û dîrok: Gemrokê 2007
Cih û dîroka şehadetê : 17 / 3 / 2024 Til Rifet