ManşêtNûçe

Hevserokê KNK’ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamya re axivî.
‘DI CIVÎNA ASTANAYÊ DE LI SER VAN MIJARAN LI HEV KIRIN’
Karamus, anî ziman ku Tirkiyeyê piştî hevdîtinên li Astanayê ji bo êrişên li ser Kurdistanê ji xwe re li şirîkan geriya û wiha got: “Ev ne cara ewil e rayedarên dewleta tirk tên serdana Iraqê. Beriya serdana  di 14’ê adarê de jî rayedarên tirk li başûrê Kurdistanê bi PDK’ê re hevdîtinek kirin. Di civîna Astanayê de rewşa rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê bûbû rojev. Her wiha şandeyeke bi serkêşiya Hakan Fîdan çû Amerîkayê û hevdîtin kir. Ev her du civîn girîng in. Dewleta tirk dixwaze operasyoneke dagirkeriyê ya berfireh bide destpêkirin. Dixwaze gelek cihên wê destnîşan kiriye dagir bike. Lê nayê zanîn bê ka Rûsya û Îranê piştgirî daye hewldaneke wiha yan na. Ev mijar tê şîrovekirin. Lê di civîna ku Astanayê de xuyaye ku li ser van mijaran li hev kirine.”
‘DIXWAZE IRAQÊ JÎ BIKIŞÎNE NAVA ŞER’
Karamus, diyar kir ku dewlet tirk hewl dide Iraqê jî tev li şer bike û wiha pê de çû: “Ji van hewldanan dewleta tirk armanc dike ku beşeke mezin a Başûr dagir bike. Dixwaze Şengal û Rojava ji hev qut bike û li gorî dilê xwe dagirkeriya xwe mayînde bike. Dixwaze hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê bidin wan. Dixwaze bi PDK’ê re li dijî şervanên azadiyê şerekî bidin destpêkirin û şervanên azadiyê ji her derê tesfiye bikin û li her derê bixin bin kontrola xwe. Civîna di 14’ê adarê de hatiye lidarxistin ne weke ku dewleta tirk radigihîne ye. Armanc ew e ku Iraqê jî bikişîne nava şer û ji qada navneteweyî re bibêje; ‘Ev ne operasyona dagirkirina xaka Iraq û Başûr e, operasyoneke li dijî terorê ye’ û dagirkeriya xwe rewa bike. Dibe ku ev operasyon li dijî berjewendiyên Îranê jî be.”
hikûmeta Federal a Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê lawaz dike. Ev li dijî berjwendiyên Îranê ye.”
‘HEKE KU DERFETA WAN ÇÊBIBE DÊ MÛSIL, KERKÛK Û NÎNOVAYÊ JÎ DAGIR BIKIN’
Karamus, got ku di hedefa Tirkiyeyê de dagirkirina Kerkûk, Mûsil û Deşta Nînovayê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedefa dewleta tirk ew e ku hebûn, statû û deskeftiyên Kurdistanê ji holê rake. Li ku derê deskeftî û statûyên kurd çêbibe dewleta tirk hemû derfetên xwe çiqas ji destê wê be êriş dike. Ji bo ku kurd nebin xwedî statûyek dikare tawîz jî bide. Armanca wan ew e ku Iraqê tev li vê konseptê bike da ku dijberiya wan nekin. Ev êriş dê bibe tesfiyekirina PDK’ê jî. Dewleta tirk dê bi hemû derfetên xwe pêkhateyên kurd tesfiye bike. Dema ku hêza gerîla tesfiye kir dê van partiyên kurd jî yek û yek tesfiye bike. Lê diyare ku PDK di nava lepên dewleta tirk de ye û nikarin ti helwest nîşan bidin. Heke ku derfetê dewleta tirk çêbibe dê Kerkûk, Mûsil û Deşta Nînovayê jî dagir bike û têxe nav sînorên Mîsakî Millî. Heke ku ev hevkariye çêbibe û encam bigire dê satûya gelê kurd ne li Başûr, ne li Bauûr, ne jî li Rojava û Rojhilat bimîne.”
‘ÎDIAYÊN CIDÎ HENE KU ENDAMÊN DAIŞ’Ê LI HERÊMÊ HATINE BICIHKIRIN’
Hevserokê KNK’ê Karamus bi domdarî destnîşan kir ku hin agahiyên xurt li ber destê wan hene ku dewleta tirk ji niha ve hin çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Kurdistanê bi cihkirine û ev mijar wiha vegot: “Hin agahiyên berfireh di raya giştî de tên belavkirin. Dewleta tirk hin hêzên xwe li herêmê bi cihkirine û berê behsa 85 baregehan dikirin niha behsa 110 baregehan dikin. Îdiayên cidî hene ku gelek endamên DAIŞ’ê yên di bin kontrola xwe de vediguhêze herêmê. Her wiha beşeke ji hêzên Efrîn dagir kirin li başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Ji xwe hêzên PDK’ê jî dîmenên bi generaleke tirkan re bi amirhêzên parazvanên sînorê didin xuyakirin di rastiyê de hêzên PDK’ê bûn. Ev dîmen bi raya giştî re hate parvekirin. Wisa diyare ku piştî meha remezanê operasyoneke bi vî rengî bide destpêkirin û pêşiya şereke mezin veke. Şereke bi vî rengî dê ne weke şerên demên borî bin. Dê şereke hin bêtir berfireh be û bedelên wê girantir bin. Hêzeke kurdî ya di nav vê tifaqê de cih digire dê rewşeke cuda bide xuyakirin. Ev plan û amadekariye ji bo qirkirina gelê kurd e. Heke ev operasyon bi ser keve dê tiştekî bi navê kurdîtiyê nemîne. Bila tu kes xwe nexapîne. Weke ku tê gotin ev operasyon dê li dijî hêzekî yan jî PKK’ê tenê nebe. Armanca dewletên dagirker her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em vê hişyariyê ji gelê xwe û sazî û dezgehên kurd re bibêjin da ku ji niha ve bikevin nav seferberiyeke neteweyî. Pêwîste em helwesteke netewî derxînin holê. Nexwe dê gelê kurd destkeftiyên xwe winda bike.”
Back to top button