DaxuyanîManşêt

Şazdeh sal ji têkûşînê

Gelê birêxistinkirî ew dikare îradeya xwe feriz bike û armancên xwe di jiyana azad a bi rûmet de ya ku armanca her civakê û ferdekî di nava civakê de ye, pêk bîne. Partiya siyasî jî dikare gel birêxistin bike û di rêwîtiya têkoşîna ber bi pêkanîna daxwazên civakan, gel bi rê ve bibe. Ev bingeha ku partiya me Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 20`ê Îlona 2003`an li ser hatiye avakirin û di gihandina civakekî exlaq-polîtîk ku armanca me bû, qurbanî da.”

Partiya me di destpêka volkana Rojhilata  Navîn a bi dagirkirina Amerîka ji Iraqê re hate avakirin û ala têkoşînê di rewşa herî dijwar de rakir. Yekemîn ezmûna xwe di serhildana Qamişlo de derbas kir, lê bedel xwîna şehîdan bû mîna Ebû Cûdî, Şîlan, Fûad, Zekeriya, Cemîl, Ciwan û hevalên din wekî Osman Dadalî, Îsa Hiso, Xalid Kotê û bi dehan şehîdên ku rêya têkoşîna me di pêvajoya şoreşa gelê Sûriyê û heta gihanda vê astê, ronî kirin.”

Partiya me bi demokratîbûna gel bawer kir  û li ser vî esasî kar kir û tu rojekê civakeke kole ya ku daxwaza desthildariyên zordar bû, qebûl nekir.

Her wiha partiya me bi çareseriya doza kurdî li Sûriyê ya ku rêya pêkanîn Sûriyeke demokratîk e, bawer kir. Lewra, Rêveberiya Xweser a Demokratîk di kongreya xwe ya sêyemîn de sala 2007`an ji xwe  re wekî esas girt. Di şoreşa gelê Sûriyê de, xeta sêyemîn a ku xwe dispêre ser enerjî û derfetên gel ên xweser, hilbijart. Her wiha pişta xwe da rola ciwan û jinê ya pêşeng, da ku bi rola xwe ya dîrokî ya pêkanîna şoreşa civakî rabin. Di heman demê de, rêgeza hevserokatiyê di rêxistinkirina xwe de di kongreya 5`an de sala 2012`an de pejirand. Her wiha gel xwe bi xwe û di nav de projeya erkaxweparastinê, xwe rêxistin kir, heta ku gihişt civakeke rêxistinkirî ku dikare xwe biparêze û mezintirîn rêxisitnên terorîst ên hov û paşdemayî têk birin. Lewra civaka me bû dozeke sereke li herêmê û pêşenga civakên rûmetxwaz ên Rojhilata Navîn.”

Partiya me li berjewendiyên partitî negeriya, her tim hebûnên etnîk û baweriyan weke dewlemendiyekê çesipandiye, ne weke ku bibin sedemên nakokî û pevçûnan, weke ku çawa desthilatdar dixwazin. Lewra me hemû saziyên civakî bi awayekî çalak di derxistina qanûnên ku karûbarên civakê birêxistin dikin da ku civaka me bibe civakeke saziyan, ava kirin.”

Em wekî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hemû rêxistinên xwe, civaka xwe li ser tiştên ku me di rêwîstiya têkoşînê ya 16 salan kiriye, pîroz dikin û di sala 17`an de jî em ê hin tiştên din bikin, ev yek jî ji bo wefedariya me bi şehîdên me re ye. Em careke din soz didin ku rêya wan bişopînin heta pêkanîna armancên wan ên di netewa demokratîk û biratiya gelan de, da ku civaka me bibe baxçeyekî dewlemend bi rengê xwe.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

19 Rezber 2019

Back to top button