ManşêtNûçe

Şandeyeke hevbeş ji bo lêkolînkirina bûyerê Metîna bi rê ket

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk di rojên dawî de dixwaze bi rêya pêşmergeyan û hevkariya hinek partiyan, şerekî di nava Kurdan de derbixe.

Di 5’ê Hezîranê de çekdarên PDK’ê êrişî kampek gerîla ya li Herêma Metîna kirin. Bê ku şerek çêbibe, di nava pêşmergeyan de bûyerek qewimî. Li gorî pêşmergeyên birîndar ji hewa ve li wesayîta wan ya zirxî hatiye xistin. HPG’ê jî xwest şandeyek serbixwe were herêmê û bûyerê lêkolîn bike.

Li ser vê şandeyek hevbeş ji endamên Parlamentoya Iraq û Başûrê Kurdistanê ber bi herêmê ve bi rê ket.

Parlamenterê Fraksiyona Goran ya li parlamentoya Başûrê Kurdistanê Şaxewan Reuf ku bi xwe di nava şandeyê de cih digre, ji Rojnews re axivî.

Şaxewan got; “Şande nûnertiya Parlamentoya Iraq û Herêma Kurdistanê dike. Di şandeyê de nûnerên fraksiyonan û lijneyên peywendîdar yên herêmê jî hene. Em ê îro biçin Zaxo, Şeraniş, Batufa û sibe jî biçin herêma Amêdiyê. Em dixwazin cihên bûyerên dawî lê qewimîne bibînin, bi taybet jî bûyera şehîdbûna pêşmergeyan. Piştî serdana me temam bû, em ê raporek hevbeş, li ser encamên serdana xwe amade bikin.”

ANHA

Back to top button