ManşêtNûçe

Parlamentera Ewropî: Bikaranîna çeka kîmyewî sûcê şer e

Parlamentera Ewropayê ya ji Partiya Çep a Swêdê Malin Bjork, li ser çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi kar aniye, pêşnûmeyek pêşkêşî Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê kir.

Bjork bi bîr xist ku Tirkiyeyê 24’ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû kiriye û têkildarî sûcên şer ên ku dewleta Tirk kiriye bal kişand ser van nuqteyan: “Di êrişan de ku hîn jî dewam dike, tê gotin ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye. Bikaranîn açekên kîmyewî sûcê şer e û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ev yek weke çeka tunekirina girseyî tê dîtin.

Li gorî çapemeniya navneteweyî, ji ber êrişên kîmyewî sivîl neçar man ku gundên xwe biterikînin. Rîsk li ser sivîlan heye ku birîndar bibin, yan jî jiyana xwe ji dest bidin. Ev êrişên ku tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî, dişibe êriş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Bakurê Sûriyeyê. Hikumeta Iraqê destûr neda dewleta Tirk ku bi rengekî leşkerî bikeve nava welatê wan. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn anî ziman ku hêzên Tirk bi rêyên neqanûnî ketine nava welêt. Ev yek jî tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê.

Ji ber vê yekê ji Servîsa Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (EEAS) dipirsim:

* Haya EEAS ji raporên li ser bikaranîna çeka kîmyewî heye?

* EEAS wê çalakiyên leşkerî û bikaranîna çeka kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve, şermezar bike?

* EEAS wê nerazîbûneke çawa nîşanî hewldana leşkerî ya Tirkiyeyê ya li herêmên Kurdistanê bide?”

ANF

Back to top button