ManşêtNûçe

Şandeyek YNK’ê serdana nûnertiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir

Li Silêmaniyê Şandeyek ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berpirsê Mekteba Peywendiyên Kurdistanî Îkram Elî  serdana nûnertiyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kantonên Rojavayê Kurdistanê kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Nûnertiya PYD’ê  Silêman Ereb û endamên din ên nûnertiyê ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de rewşa Kurdistanê û bi taybet Rojavayê Kurdistanê û gefên navneteweyî û herêmî yên li ser Kurdistanê û gefên Tirkiyeyê nîqaş kirin.

Hevserokê  Nûnertiya PYD’ê Silêman Ereb bal kişand li ser naveroka hevdîtinê û got;”Di warê siyasî û geşedanên dawî de me nîqaşên berfireh kir. Bi taybet di derbarê herêma aram ya li Rojavayê Kurdistanê û yekîtiya gelê Kurd de guftûgo hatinkirin. Pêwîste li hemberî gef û êrîşên dewleta Tirk piştgiriya destkeftiyên Rojava were kirin. Ji bo Kurd bikarin destkeftiyên xwe bêxin garantiyê de û di pêvajoya siyasî de rol bilîzin.”

Hevserokê  Nûnertiya PYD’ê Silêman Ereb eşkere kir ku herdu aliyan girîng dîtine ku hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya Kurdan bingek bigirin û hizb û aliyên siyasî bi vê qonaxê de rolek girîng bilîzin.

Piştî serdana Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şandeya YNK’ê çû serdana Nûnertiya Kantonên Rojava.

Şande li Nûnertiya Kantonên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hevserokê Nûnertiya Kantonên Rojava Mesûd Hiso û endamên nûnertiyê ve hatine pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de rewşa Kurdistanê bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û herêma aram nîqaş kirin. Di serdanê de şandeya YNK’ê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê destnîşan.

 

Back to top button