ÇalakîManşêtPYD

Şandeyek ji PYD serdana Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî kir

Şandeyek ji nivîsgeha Raghandin û Lêkolînê bi hevsengiya nivîsgeha Têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de, îro di dîroka 16’ê Mijdarê de serdana nivîsgeha Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî li Dirbasiyê kir, da ku li ser kampaniya Elktoronîk ya ku wê partiya me pêk bîne, biaxivin.

Şande ji hevserokê nivîsgeha Raghandin û Lêkolînê “Qehreman Mamed”, heserokatiya nivîsgeha têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Rohat Mele Xelîl” û “Xelîl Osman”; pêka hat.

Sekretêrê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî “Cemal Şêx Baqî”, endamê nivîsgeha siyasî ya partiyê “Cemal Hemo”, endamê komîteya navendî “Mehmûd Osê” û “Renîm Hec Hesen” rêveberiya rêxistina jin di partiyê de; di pêşwaziya wan de bûn.

Di der barê serdanê de li ser kampaniya Elktronîk a ku partiya me ji bo desrxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê wê pêk bîn hat nîqaş kirin, wekî din li ser giringiya vê kampaniyê û pêwistiya wê ji bo çareserkirina tevahiya dozan û misogeriya mafên gelê kurd.

Ji aliyê xwe ve Cemal Şêx Baqî li ser rola raghandin û bandora wê li ser civakê axivî, ji ber ku raghandin bûye amûreke giring di raya giştî de.

Tekez kir li ser piştgiriya wan ji vê kampaniyê.

Di dawiya serdanê de broşor ji Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, ku di nav de mafê Partiya Karkerên Kurdistanê ji derketina lîsteya terorê hat dayîn.

   

Back to top button