ÇalakîJinManşêt

Şandeke ji têkiliyên jin a PYD serdana nivîsgeha Yekîtiya Niştimanî ya Azad li Qamişlo kir

Îro di dîroka 16’ê Mijdarê de şandeyek ji têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD serdana nivîsgeha Yekîtiya Niştimanî ya Azad li Qamişlo kir, bi armanca hevsengî û hevakariya di navbera wan de.

Şande ji “Erîfa Bekir” û “Şadiya Omer” endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demorkat PYD pêk hat.

Cîgera sekretêra Yekîtiya Niştimanî ya Azad “Huda Şêxmûs” û endama nivîsgeha jin li Qamişlo “Şêrîn Seîd Slo”, pêşwaziya wan kirin.

Di der barê serdanê de li ser pêwistiya hevsengî û hevkariya di navbera wan de hat nîqaş kirin, wekî din pêwistiya aktîvkirina rola jinê di hemû waran de.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya domandina serdanan û hevdîtinan ji bo berdewam kirina kar ji bo xizmeta dozên têkildarî jin.

Back to top button