Şandek ji Meclisa Sûriya Demokratîk sardana buroya partiya me Partiya Yekîtiya Demkrat li kantona Hesekê kir, da ku li ser rewşa siyasî ya heyî li herêmê bi giştî, û li Bakur û Rojhilata Sûriya bi taybet biaxivin.
Şande ji Wefa Omer, Sabt Cewher, Ezîz Suleyman û rêveberiyên ji Meclisa Sûriya Demokratîk pêk hat.
Her wiha Hisên Birî, Rîm Idrîs û rêveberiyên di Partiya Yekîtiya Demkratîk de di pêşwaziya wan de bûn.
Herdû alî li ser geşedanên siyasî yên dawî ku herêmên Bakur û Rojhilata Sûrî dijîn nîqaşkirin, her wiha li ser aloziyên Sûrî û êrîşên dewleta Tirk ên berdewamin li ser herêmên me axivîn.
Di hevdîtinê de herdû alî li ser metersî û pirsgirêkên li hember herêmên Bakur û Rojhilata Sûrî tên û li ser karê saziyên Rêveberiya Xweser axivîn.
Di dawî de bal hat kişandin ser pêwîstiya kordînasyona di nav bera herdû aliyan û pêşxistina mekanîzmeya kar bi rengek ku berjewendiya gel bike û hemî pirsgirêkên xizmet ku civak jê dikişîne rakin.