ManşêtNûçe

Ann Lînde: Êrîşên dewleta Tirk bi kêrî DAÎŞ’ê tên û zerarê didin pêvajoya polîtîka

Li ser daxwaza Parlamentera Serbixwe ya Swêdê Amîneh Kakabaveh, polîtîkaya belavkar û êrişkar a Erdogan li parlamentê hate nîqaşkirin.

Kakabaveh anî ziman ku dewleta Tirk beşek ji Rojava dagir kiriye, Efrîn bi temamî dagir kiriye, her wiha Tirkiyeyê 4 hezar leşkerên bi berdêla pereyan şer dikin şandiye Azerbaycanê ji bo li dijî Ermenistanê şer bikin.

Lînde bersiv da pirsên lê hatin kirin û diyar kir ku hikumeta Swêdê binpêkirina pîvanên dewleta hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê cidî dibînin.

Lînde bi bîr xist ku êrişên li ser HDP’ê zêde bûne û got, “Muxalefeta azad şertê bingehîn ê civaka pirreng û demokratîk e. Em vê yekê li Enqere, Stockholm û her devera ku bi rayedarên Tirk re hevdîtinê dikin tînin ziman.”

Lînde ragihand ku hikumeta Swêdê rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û diyar kir ku ew binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, li nava Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û platformên navneteweyî yên mîna wan dixin rojevê.

Kakabaveh di pêşnûme pirsa xwe de destwerdana Tirkiyeyê ya li Iraq û Sûriyeyê jî xiste rojevê.

Lînde di vê der barê de got, “Nebaşbûna têkiliyên Tirkiyeyê bi komên Kurdan re ji aliyê perspektîfa xwecihî ve cihê fikaran e. Yekîtiya Ewropayê û hikumetê bi rengekî eşkere di payîza 2019’an de êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Kurdan ku bû sedema êşên giran şermezar kir. Ev yek li dijî qedexeya tundiyê ya li rêziknameya Neteweyên Yekbûyî ye, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Lînde anî ziman ku êrişên dewleta Tirk bi kêrî DAÎŞ’ê tên, zerarê didin pêvajoya polîtîka bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî û got, Swêd wê bi gelên hindekahî re be.

Lînde got, “Komên Kurd û hindikahiyên li herêmê; Asûrî-Suryanî û Êzidî divê bên parastin. Em dixwazin ku Tirkiye vekişe.”

Back to top button