ÇalakîManşêt

Şandek ji meclisa jin di PYD’ê de sardana Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê kir

Roja Şemiyê 2020-10-31 şandeyek ji partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat serdan buroya Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê kir, ji bo kordînasyonê di navber hev bikin da ku çalakiyên hevbeş li darxin di navbera partiyê siyasî di qonaxa bê.

Şandeya ku serdan kir ji: Şadiya Omer, Rozelîn Bekir endamên Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de û Sema Bekdaş berdevka partiyê pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de: Narîn Metînî seroka Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê, Duniya Îbrahîm  rêveberiya Şepêla Pêşerojê, Maya Xelef û Raniya Osman endamên di Şepêlê de bûn.

Narîn Metînî bi xêrhatina sardana şandeyê kir, û îşaret kir di axaftina xwe de ku jin bingeha ku civak li ser ava dibe.

Her wiha tekez kir ku gelek zehmetî kişandin heta ku gihan vê qonaxê.

Rozelîn Bekir li ser qonaxa heyî axivî, û zelal kir ku divê jin bêhtir bi hêz be di vê qonaxa hesas de ji bo îsbata xwe bike, her wiha îşaret kir ku dîroka kurd tijî jinên ku xwefeda kirin ji bo azadiya xwe û azadiya welatê xwe, û di dawî de di axaftina xwe de tekez kir: Ji pêwistiye ku yek dest bin ji bo serkeftinê û mafê wan yê çêkirina biryaran û pêkanîna wê hebe.

Wekî din berdevka bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat Sema Bekdaş axivî li ser giringiya pergala Hevserokatiya Hebeş di Rêveberiya Xwser de, her wiha îşaret kir ku deskeftiyên jinê ew misogeriye jê re di pêşerojê de, û pêwistiya hevgirtina jinan bi hev re ji bo bibin mînak ji hemû jinên cîhanê, û tekez kir li ser xurtkirina xwe li ser qada siyasî.

Bekdaş tekez kir li ser pêwîstiya li darxistina komxebatan ji hemî jinên di partiyên siyasî de da ku di navbera wan de kordînasyon û pilansazîkirin were kirin ji bo li daexistina çalakîn hevbeş.

Şadiya Omer jî di axaftina xwe de îşaret kir ku azadiya jin bi hêsan nayê lê belê pêdivî bi gelek hewl û berxwedan heye da ku bigihêjin armancên xwe, û bi gotina xwe tekez kir ku her ku yekîtiya me xurt be civak dê ew qas bi hêztir bibe.

Di dawî de herdû aliyan tekez kirin li ser pêwîstiya xebata hevpar û xurtkirina têkiliyên jin di nava partiyên siyasî de.

Back to top button