ManşêtNûçe

Sancar: Daxwaza me ev e..Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di koma partiya xwe de axivî û destpêkê nivîskar Yaşar Kemal bi bîr anî.

Sancar bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî got, “Zimanê dayikê hebûn û rûmeta gelekî ye. Van rojan kampanyayek bi rê ve diçe. Me ev yek li Amedê tevî 9 partiyên Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl dan destpêkirin. Daxwaza me ev e: Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdeyê.”

Sancar bang li her kesî kir ku piştgiriya vê kampanyayê bikin ji bo zimanê gelê Kurd bibe zimanê perwerdeyê.

‘ÊRIŞ WÊ BI SER NEKEVIN’

Mîthat Sancar di dewama axaftina xwe de zext û zordariyên li ser HDP’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku ev êrişên piralî tên meşandin wê bê encam bimînin. Sancar got, “Hewl didin ku HDP’ê ber bi derveyî siyasetê ve dehf bidin, qenalên siyaseta demokratîk bixitimînin. Em armanca vê polîtîkayê baş zanin. Armanca wan Tirkiyeyeke bêyî HDP’ê, siyaseteke bêyî HDP’ê, jiyanek ku Kurd bi nasnameya xwe lê nayên temsîlkirin e. Armanca wan ev e. Lê belê HDP wê li pêşiya van planên wan ên siyasî her tim mîna kelehekê bisekine.”

‘EM GUH NADIN GEF Û ÊRIŞAN’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku rojeva wan a bingehîn têkoşîna li dijî bêkarî, bêdaletî, bêçareserî, despotîzm, dizî, talan û derew e û got, “Em ê van mijaran ji bo kêliyekê jî ji rojeva xwe dernexînin û li her qadê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin. Em ê guh nedin gef û propagandayên reşkirinê. Bang li rêxistinên me yên partiyê û gelên me dikim; guh nedin wan. Çi dixwazin bila bikin, lê ev meşa HDP’ê wê dewam bike. Têkoşîna ji bo aştî û kedê wê teqez dewam bike. Em ê ji rêya xwe venegerin. Hûn hemû zanin ku derfetên cuda yên vê rêyê hene. Bi hêza gelê xwe, bi biryardariya hevalên xwe em ê bimeşin. Bila bêhêvîtî bi ti awayî xwe nêzî me neke.

‘ÊRIŞ NE TENÊ LI DIJÎ HDP’Ê YE; DIVÊ EM BIBIN YEK’

Mîthat Sancar diyar kir ku divê her kes vê rastiyê baş bibîne û got, “Ev kampanya, ev êriş ne tenê li dijî HDP’ê ye. Carna vê gotina me şaş fêhm dikin, weke ku banga ji bo alîkariyê fêhm dikin. Bi taybetî em dixwazin bi dostanî bi bîra partiyên muxalefetê, bi bîra hêzên demokasiyê bixînin. Lêgerînên me ne banga ji bo alîkarî û hawarê ye. Em bi berxwedanê baş zanin, bi dayina berdêlan zanin, bi vî rengî me dest bi vê rêwîtiyê kir. Êrişên li dijî HDP’ê êrişên li dijî vê hêvî û armancê ye. Lewma em bibin yek, alîgirên demokrasî, edaletê bibin yek, ji bo vê hewl bidin. Di vê mijarê de em amade ne her kesên li demokrasiyê difikirin û alîgirê edalet û aştiyê ye, li hev rûnên. Em amade ne ku bi her awayî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em amade ne ku ji bo aştî, kedê, rûmetê wezîfeyên xwe heta dawiyê bi cih bînin. Lêgerîna me hewldana ji bo bidawîkirina vê rêveçûna tarî ye, rawestandina vê rêveberiya zilmê ye. Hewldana ji bo afirandina jiyaneke azad û aram e.”

HIŞYARIYA LI KESÊN BI ZIMANÊ DESTHILATDARIYÊ DIAXIVIN

Mîthat Sancar anî ziman ku armanca wan vakirina bloka demokrasiyê ya berfireh e û wiha dewam kir, “Me ev yek hem di biryarên konferansê hem jî yên kongreyê de anîn ziman. Mîna heta niha, ji niha û pê ve jî meşa me ya ber bi vê armancê wê bi biryardarî dewam bike. Em ê ji vê rêyê şaş nebin. Eger daxwaza me welatekî demokratîk, civakeke azad be, hingî divê em dest ji bikaranîna zimanê vê desthilatdariyê berdin. Bila kes bi zimanê desthilatdariyê bi HDP’ê re neaxive. Ji ber ku helwesteke bi vî rengî tenê hêzê dide desthilatdariyê. Yên ku vî zimanî bi kar tînin, dibin sedem ku fikarên li ser samîmiyeta wan a ji van armancan zêde bike. Di vê serdema tarî û giran de lukseke bi vî rengî nîne. Werin em bi hev re bloka demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin.”

TÊKÇÛNA ABORIYÊ

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku ev xaka berhemdar ji bo mirovên bi keda xwe û çandiniyê debara xwe dike veguheriye mîna dojehê û got, “Li pêşberî vê buhabûnê, her kesên diçin market û bazarê li zemên nû rast tên. Esnafên me hene ku di nava şert û mercên pandemiyê de mexdûr bûne, ku derdê wan bi qasî çiyayekî zêde bûye. Bi milyonan esnafên me hene ku rojekê nexebite nikare nan bibe malê, yên dixebitin bi taybetî li sektora xizmetê kedê didin. Ev feraset li ser esnafan ferz dike ku dikanên xwe bigirin. Mehê nêzî 9 hezar esnaf dikanên xwe digirin. Divê piştgiriya pêwîst hemû ji wan re bê dayin, naxwe wê karesat mezintir bibe. Doh hate ragihandin ku qedexe û tedbîr wê qonax bi qonax bên rakirin. Ev tablo li gorî çi hate çêkirin, li gorî kîjan pîvanan hate amadekirin, em pê nizanin. Tenê hate gotin ku plana sistkirina tedbîran heye, wekî din daxuyanî nehatiye dayin. Li ser esnafên bêkar, li ser rewşa mirovên bêkar, ku wê ji niha û pê ve çi bikin, tiştek nehatiye gotin.”

‘BIHAR WÊ BI ME BÊ’

Mîthat Sancar bi bîr xist ku êriş zêde dibin, wê zêdetir jî bibin, ji ber ku pirsgirêkeke mayindebûnê ya vê desthilatdariyê heye û got, “Gunehên mezin ên vê desthilatdariyê ewqasî zêde bûne, ku tenê mayina li desthilatdariyê dikarin binixumînin. Ev rastî wê ji aliyê me ve her roj bên bilêvkirin. Bawer bin, bi vê biryardariya têkoşînê, bi vê sekna serbilind, em ê biharê bînin vî welatî, bihar wê bi me re bê.”

ANF

Back to top button