ÇalakîManşêt

Şandeyek ji buroya têkiliyên PYD serdana Buroya Yekîtiya Lîbral ya Kurdistan kir

Duh şandeyek ji buroya têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, serdana buroya Yekîtiya Lîbral a Kurdistanê li bajarê Qamişlo kir, ji bo li ser geşdanên dawî yên li herêmê bi giştî û bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet biaxivn.

Şandeya ku serdan kir ji; Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman hevsrokatiya hevbeş ya buroya têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, û Şêx Raxib El-Fars endamê buroya têkiliyan di partiyê de pêk hat.

Her wiha Newroz û Diyab Temo endamên desteya siyasî, parêzer Munteser Hesaf û bijîşk Cemal Temo endamên Desteya Giştî di buroya Yekîtiya Lîbralî a Kurdistan de pêşwaziya şandeyê kirin.

Di der barê hevdîtinê de li ser rewşa heyî ya li herêmê hat nîqaşkirin û li ser geşdanên dawî li ser qada siyasî axivîn, û tiştê li ser herêma pêk tê ji gefên dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê, her wiha pêwistiya yekbûna refan ji bo li hember van gefan bisekinin ya ku armanca wê şikandina vîna gelê me ye.

Her du aliyan tekez kirin ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya tekane ye ji aloziya Sûriya.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya xurtkirina têkiliyan di navbera hemû partiyên siyasî ji bo arastina destkeftiyên şoreşê, û yekkirina refan, wekî din li hember hemû pirsgirêkan bisekinin a ku vîn û berxwedana me dike armanc.

Back to top button