ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Şahoz Hesen: Armanca me avakirina vîneke azade ji gelan re

kongirê duyem yê partiya Siryaniyan di 01.06.2018 de li bajarê Qamişlo hat li darxistin, têde hevserokê partiya yekîtiya demokrat PYD ê Şahoz Hesen li ser nasnameya wan ya Sûriyê û kar li ser avakirina Sûriyeke demokrat û azad ji bo qada azadiyê û demokratiyê ji hemî pêkhateyan axivî.

Hesen got:  Di vê rewşa ku di Sûriyeyê de em têre derbas dibin, em wek partiya Yekîtiya Demokrat û Partiya Yekîtiya Suryanî bi hevre di nava meşê de têkoşîna ji bo serkeftina demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê û me destkeftiyên mezin kirin  me gelek qurbanî dan.

Her wiha got: bi saya xwîna van şehîdan û tekoşîna bi destekî bi hevre ji bo Pergala demokrasiyê li ser erdê werdigire, lê dîsa jî pisgirêk mezine, ji van pisgirêka ku dewleta Turk pê radibe û hêzên din yên li ser rewşa Sûriye bandora xwe dikin herwiha  Rêjîma Sûriyê lê tiştê ku em gihîştinê li seranserî dunyayê dide xuyanî kirin ku em bi bawermendan di derfetên ku çareseriya demokratîk a rastîne ku mafên hemî pêkhateyan ewle dike.

Hesen pijirand ku li ser nasnemeya wanî Sûrî û kar li ser avakirina Sûryeke demokrat azadî ji bo bibe qada azadiyê û demokratiyê ji hemî pêkhateyan, Ne ji aliyê partiyeke taybetî ve nexşirandin.

Di heman demê de hevalbendê ku hişt Turkiyê Efrîn dagir bike, em weke hêzeke siyasî dîmokratî li Sûriyê bi hemî pêkhateyê xwe emê vê tekoşînê berdewan bikin heta ku em axa Sûriyê bi temamî rizgar bikin, û têgihiştina sîstema demokratîka rastî û em ji dev tekoşînê bernadin, û karê hevbendî Ji bo baştirîn  Sûriyeyê bidest bixin.

Di dawiya gotina xwede hevserokê partiya yekîtiya demokrat got: bi navê partiya me em pişt rastin ku armanca me û armanca her kesê ku tevlî avakirina xweseriya demokrat avabûna îradeyeke azad ji gel re, û ev çareseriya hemî Sûriyeyê ye û ji dervî wê ku têkoşîn wê berdewam bike, Em jî di berdewamkirina têkoşîna demokrasiyê de heta ku em armanca avakirina Sûriyeke demokrat û serbixweyî bikin.

Back to top button