ManşêtNûçe

Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên komkujiya Qamişloyê ne

Bi dehan endamên Kongreya Star, Desteya Jinên herêma Efrînê, endamên deste, yekitiyan û jinên kampa Berxwedan li qada sereke ya kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn.

Şêniyan alên Kongreya Star a herêma Efrînê û Yekitiya Jina Azad a Kantona Şehbayê rakirin. Cigira Desteya Jinên herêma Efrînê Emîne Hec Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Careke din osmaniyan êrişên hovane li dijî Kobanê ji çend hefteyan ve pêk anî ku di encamê de gelek welatî şehîd bûn. Van welatiyan di oxira rizgarkirina xakê ji qirêjiya dijmin û komên çete yên nûnertiya fikirê tarîtî dikin de canê xwe da.

Her wiha dagirkeriya Tirk careke din bi balafireke bêmirov 3 ferdên ji heman malbateke ji Qamişlo hedef girt û di encamê de her sê şehîd bûn. Ji ber dewleta Tirk, projeya mirovî û demokrasî ya li bajarê Qamişlo li ser hikumeta xwe ya AKP’ê û siyaseta xwe ya çewisandinê û têkbirina xewnên dagirkirinê xetere dibîne. Ji lew re dagirkeriyê sûcên xwe li dijî pêkhateyên herêmê bi giştî , bi taybet jî gelê Kurd berfireh kirine. Ev jî isbat dike ku planên wê bi bin ketin.

Em wek tevgera jinan li herêma Şehbayê van sûcên tirsonak şermezar dikin, her wiha Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî berpirsê van komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê dibînin. Li aliyekî din jî şêniyên herêmê hewldanên fîtneyê bi bin xistin û li ser berxwedana bi pêşnegtiya jinên têkoşer ku bûne sembola serdemê îsrar dikin.

ANHA

Back to top button