HemerengManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Rûspiyên B. Sûriyê: Tirkiyê tola têkçûna DAIŞ li Efrînê radike

 Şêx û eşîreyên Bakurê Sûriyeyê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê şermezar kirin û gotin” Tirkiyê dixwaze tola hilweşandina paytexa DAIŞ li Efrînê rake û zemîna avakirina teroreke nû li Bakurê Sûriyeyê çêbike.”

Şêx û rûsiyên Ereb, Tirkumen û Kurd ên gundewarê Bakurê Helebê, Şehba, Efrîn û Idlibê girêdayî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Şêx û Rûspiyên El-Bû Xemîs, El-Bubna, El-Umeyarat û El-Şêxanî û êşîreyên gundewarê Heleb, Efrîn û Idlibê ve hate dayîn de hate diyarkirin ku hilweşandina paytexa DAIŞ‘ê  ji bo Tirkiyê û çeteyên wê mîna binkeftineke mezin bû û wiha hate domandin ” ji ber vê yekê dest bi pîlanên xwe yên qirêj kir, di ser Opozisyona Sûriyeyê firot da ku wan li hemberî QSD‘ê projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi kar bîne.”

Di daxuyaniyê de hate gotin “Êrîşên li ser Efrînê rakirina tola DAIŞ‘ê yê û hewldana afrandina hêzên terorîst li Bakurê Sûriye ye.”

Rûspiyên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şeremezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike  û êrîşên rawestîne û destekê bide QSD‘ê.

Rûspiyan di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û gotin ew amade ne çek hilgirin û li hember dagirkeriyê û çeteyên wê bisekinin.”

(bb)

Back to top button