ManşêtNûçe

Rêxistineke Misrê: Çeteyên dewleta Tirk bi darê zorê zarokan bi çek dike

Bi sernavê “hevkariya dewleta Tirk di biçekkirina zarokan li herêmên dagirkirî yên li Bakurê Sûriyê” Saziya “Mait” di raporeke xwe de ku îro belav kiriye got, binkeftina civaka navneteweyî di parastina sivîlên Sûriyê de çeteyên dewleta Tirk teşwîq kir ku sûcên şer ên sîstematîk û binpêkirinên din ên qanûna navneteweyî û di nav de biçekkirina zarokan, pêk bînin.

Saziyê di rapora xwe de diyar kir ku çete ji bo biçekkirina zarokan bi darê zorê gelek rêbazên bi girêk bi kar tînin û wan davêjin nav şerê li herêmên Bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya wan de, ku di encamê de bi sedan zarokan hatin kuştin û birîndar bûn.

Saziyê piştrast kir ku dewleta Tirk bi awayekî yekser hevkara çalakiyên biçekkirina zarokan e, da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer bikin û wan zarokan ji bo şerê li kêleka hêzên hikumeta Wîfaq a Lîbyayê dişîne wir. Saziyê diyar kir ku ew yek bi rêya şîrketên ewlekariyê pêk tê, ku kesên kêm 18 saliyê re beşdarî şerên çekdar dikin bi taybetî li Lîbyayê.

Di raporê de hate bibîrxistin ku çeteyên dewleta Tirk di Nîsana 2020`an de 2 zarok ji bo pêkanîna teqînan li nava kombûnên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratî şandine Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha hate gotin: “Temenê wan kêmî 15 saliyê re bû, wan cilên şivanan li xwe kirin. Yekî ji wan beriya ku bighêje nuqteyeke leşkerî xwe teqand. Yê din jî birîndar bû û ji aliyê QSD`ê ve hate binçavkirin.”

Li aliyekî din, serokê saziya “Mait” Eymen Eqîl da zanîn ku ji 2014 heta 2019`an çeteyên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî hezar û 316 zarokan biçek kirine, ev yek li gorî raporên navneteweyî û şopandina saziya “Mait” hate piştrastkirin.

Eqîl diyar kir ku ev yek li dijî hemû rêgez û peymanên navneteweyî ye ku biçekkirina zarokan di şerên çekdarî de qedexe dikin.

Eqîl her wiha eşkere kir ku dewleta Tirk nêzî 380 zarok piştî ku ji aliyê çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê ve hatin biçekkirin, şandin herêmên cuda yên şer û nexasim Lîbya, di encamê de nêzî 25 zarok  hatin kuştin.

Lêkolînerê di saziya “Mait” de Mihemed Muxtar jî tekez kir ku tevî dewleta Tirk tev li piraniya rêgezên navneteweyî yên qedexekirina biçekkirina zarokan bûye jî, lê belê ew wan rêgez, peyman û biryarên navneteweyî paşguh dike û ji bo tevlêkirina zarokan li şerên çekdarî piştgiriyê dide çeteyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Saziya “Mait” di raporeke xwe ya berê de sûcên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî şopandibû û ji wan sûcan; hewldanên tunekirina nasnameyê, koçberkirina sîstematîk, bicihkirina çeteyên biyanî û sûcên kuştinê yên ji derveyê qanûnê.

Eymen Eqîl got, dewleta Tirk bi rêya bicihkirina çeteyên xwe li şûna şêniyên resen ên Efrînê, dest bi guhertina demografîk kiriye.

Eqîl wiha domand: “Bicihkirina çeteyna hemwextî guhertina navên avahiyên hikumetê û xizmetgûzariyê bi navên tirkî, pêk hat. Bi vê yekê nasnameya çandî ya herêmê tê tunekirin û dagirkirina dewleta Tirk li Efrînê tê mayîndekirin.”

Hêjayî gotinê ye ku saziya “Mait” a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan, saziyeke Misirê ya ne hikumî ye û hewl dide mafên mirovan li Afrîka û Rojhilata Navîn mayînde bike.

ANHA

Back to top button