ManşêtNûçe

Dagirkeriya Tirk û çandina heşîşê li Efrînê, binpêkirina qanûnên navneteweyî û bêdengiya cîhanî

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Niştimanê a Sûriyê” piştî ku kantona Efrînê dagir kir, niştecihên resen ên herêmê koçber kir û bi armanca guhertina demografiya herêmê axa wan desteser kir.

Çavkaniyên ji harêma Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di nav zeviyên navçeya Raco ya Efrînê de heşîş çand.

Çavkaniyan ragihand ku çeteyên “Ehrar El-Şam- Sultan Murad- Ehrar El-Şerqiyê û Cebhet El-Şamiyê” li herêma Efrînê heşîş çandin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand ku dewleta Tirk li gundên Meydan Ekbes, Xirabê Slûk û Sorkê yên navçeya Reco ya kentona Efrînê, heşîş çand.

Kovara New York Review of ya Amerîkayê gotarek a nivîskar Elizabeth Tsurkov ragihand ku çeteyên Tugaya Mutasim li herêma Efrînê ya dagirkirî, kujer in û madeyên hişbirê dixwin.

ANHA

Back to top button