ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîn bidomînin heta rizgarkirina Efrîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 5`an a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivisîkî da. Rêveberiya Xweser got: Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku ewlehiyê ji gelê xwe yê koçber re peyda bikin û Efrînê vegerînin.

Daxuyanî wiha ye:

“20`ê Çileyê salvegera 5`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê ye. Di vê êrişê de projeya demokratîk hate hedefgirtin, her wiha niyeta rast a dewleta Tirk a dagirker ku Sûriyeyê dagir bike û rola xwe ya dîrokî vejîne, eşkere kir. Efrîn bi bazarekê hate dagirkirin. Mixabin ev bazar û lihevkirin hîna berdewam in. Ev û kiryarên dagirkeran li herêmên dagirkirî ku demografiya wê diguherin, îsbat dike ku dewleta Tirk û aliyên pê re li ser serê Sûriyeyê li hev kirine, çi qas derew in. Her wiha nîşan dide ku hewldanek heye aloziya Sûriyeyê dijwartir bibe, nexasim ku ev alî û hêz behsa lihevkirinên din dikin ku teqez li ser hesabê gelê Sûriyeyê ne.

Tevî van pêşketinan, azarên gelê Sûriyeyê, nexasim ên ji warên xwe bi zorê koçber bûne, dewam dikin. Îro salvegera 5`an a êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê ye. Dewleta Tirk bi hincetên nerast xwest dagirkeriya xwe li Sûriyeyê firehtir bike, çewisandinê pêk bîne û destekê bide terorê û îstiqrar û lihevkirina Sûriyeyê asteng dike.

Efrîna ku aram bû, bi hezaran sûrî ji herêmên din xwe spartibû wê, ji 5 salan û vir ve di bin zordestiyê, dagirkeriyê û terorê de ye. Li Efrîna dagirkirî sûcên herî hovane wekî qirkirina nîjadî, çandî têne kirin, xweza ji wan binpêkirinan nefilitî. Ev sûc û binpêkirin li ber çavê cîhanê, NY û rêxistinên hiqûqî û mirovî têne kirin.

Divê ev sûc yekser rawestin û dagirkerî bi dawî bibe. Divê berpirsên wan kiryaran werin darizandin û hesab ji wan bê pirsîn. Ev bêdengî îsrara wan a kirina van sûcan, zêde dike.

Em di wê baweriyê de ne ku bêyî rizgarkirina Efrîn û herêmên din ên dagirkirî ji destê dewleta Tirk a dagirker, tu çareser yan jî aramî nîne. Axaftina li ser lihevkirinan û planan di navbera aliyan de, veguhertin rola Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî ku rolên din li derveyî vîna xelkê wê bilîz, nayên qebûlkirin û em bi tundî wê red dikin.

Di vê boneyê de, em berxwedana xelkê Efrînê û hêzên leşkerî bibîr tînin. Em diyar dikin ku Efrîn di hemû hewldanên me de mîna herêmên din ên dagirkirî, cihê xwe girtiye. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin heta ku ewlehiyê ji gelê xwe yê koçber re peyda bikin û Efrînê vegerînin.

Em têkoşîna gelê xwe yê di nav kampên Şehbayê û herêmên din de silav dikin ku têkoşîna xwe ya dîrokî bi rêya pejirandina vebijêrka veger û rizgarkirinê, didomînin.

Her wiha em bang li hemû hêzên li Sûriyeyê dikin ku Tirkiye bi dagirkirina Efrîn û herêmên din, berdewamkirina gefên xwe, terorê bi hemû cureyên wê pêk tîne. Bêdengiya van hêzan îsbat dike ku berjewendiyên wan bi Tirkiyê re li ser hesabê gelê Sûriyeyê hene ku em beşek jê ne. Ji ber wê em teqez dikin ku di vê pêvajoyê de, pabendîbûna exlaqî berpirsyariyeke dîrokî ye.

Em soz didin gelê xwe ku parastina destkeftiyên şoreşa xwe dewam bikin û dev ji rizgarkirina herêmên dagirkirî bernadin.

Em hemû şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin ku li Efrîn û herêmên din ên Sûriyeyê canê xwe feda kir û dê her tim şopdarên rêya wan bin ji bo ku serkeftina mezin pêk bînin.”

Back to top button