ManşêtNûçe

Heyet El Tensîq têkildarî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk daxuyaniyeke da

Desteya Nîştimanî-Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El Tensîq) têkildarî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tevgera gelê Sûriyeyê ya aştiyane ya ji bo guhertina sîstema siyasî hat kirin û hat gotin: “Li şûna ku rejîm daxwazên sûriyeyiyan pêk bîne, hêzên herêmî û navneteweyî pê re bûn hevkar, şerê çekdarî gur kirin, rêxistinên terorîst derbasî Sûriyeyê kirin û di encamê de welat hat hilweşandin, yekitiya gelê Sûriyeyê hat xirakirin û bi azaran re rû bi rû hat hiştin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Wek Desteya Nîştimanî/Tevgera Veguhertina Demokratîk (Heyet El Tensîq) em dibînin ku erkên sereke îro rizgarkirina Sûriyeyê, vegerandina yekitiya wê, ji nû ve avakirina wê û vegerandina koçber û penaberan li cih û warên wan e. Pêkanîna van aramancan, guhertina sîstema siyasî pêwîst dike. Ew yek dikare bi rêya proseyeke siyasî ya cidî ya li gorî biryara 2254’an, pêkanîna guhertina siyasî ji aliyê sûriyeyiyan ve, were pêkanîn.

Doza kurdî li Sûriyeyê dozeke nîştimanî ye, sûriyeyî li ser çareserkirina wê di nava xwe de û di çarçoveya yekitiya welat de, li hev dikin. Mafê kesî nîn e ku bi hêzên derve re li ser wê doze bazaran bike.

Li gorî tiştên hatine bibîrxistin, hemû hewldanên navneteweyî yên ji bo pêkanîna wan, gavên erênî û rast in.”

Back to top button