ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser a Efrînê bêdengiya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Bi dehan endamên sazî û yekitiyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê ji bo balê bikişînin ser sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser sivîlên li Efrînê mane, li kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Roj bi roj îsbat dibe ku dewleta Tirk berdewama împratoriya Osmanî ye ya xwedî mîrasya herî xwînmij li Rojhilata Navîn e. Ev jî komkojiyên ku pêk anîne, qurbaniyên wê û rêbazên pêkanîna van komkujiyan de diyar dibe.

Di daxuyaniyê de qirkirinên ku împratoriya Osmanî û dewleta Tirk li gelek deveran mîna ya Tel a Helebê, Lubnan, Misir, her wiha qirkirinên li dijî Ermen, Asur û Suryan hatin rizgarkirin û şoreşên ku dijî wê rabûne mîna ya Şêx Seîd di sala 1925’an, Seyd Riza 1937’an hatin bi bîr xistin. Hate gotin ku dewleta Tirk qirkirinên plankirî pêk anîne û di herdu şoreşên navborî de bi hezaran gundên kurdan li Bakurê Kurdistanê şewitandin û bi deh hezaran Kurd qetil kirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser sûcên ku li dijî sivîlên Efrînê têne kirin û wiha hate domandin: “Sûcê qetilkirina niştecihên resen ên Efrînê ji mezin û biçûk û jinan bûye siyaseteke rojane ku komên terorîst ên mîna DAIŞ û El-Nusrayê nobeta wê girtine. Ya herî dawî qetilkirina hovane ya du sivîlan li gundê Kîmarê, yekî 70 salî û zarokek 14 salî bû, ku zarok bi zêdeyî 40 guleyan hate qetitilkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de îşaret domandina siyaseta guhertina demografiya Efrînê hate kirinû ev tişt hatin diyarkirin: “Ev sûc bi raporên komîteya lêpirsînê ya navneteweyî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê de hatiye belgekirin. Ev sûc yek ji sûcên li dijî mirovî û sûcên şer e, armanc jê koçberkirina niştecihên resen e.”

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û bang li raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bikin da ku sûcên xwe rawestînine û sûcdar li dadgehên navneteweyî darizaînin. Her wiha banga xebateke hevpar li ser asta cîhanê ji bo têkoşînê li dijî terorê kir û got: “Bûye kareseteke ewlehî û aştiya navneteweyî dixe xeteriyê.”

Back to top button