ManşêtNûçe

Hevdîtinek di navbera Yekîtiya Demokrat PYD û Partiya Sosyalîst a Demokrat a Swêdî

Hevdîtinek di navbera Partiya Yekîtiya Demokrat û Partiya Sosyalîst a Demokrat Desthilatdar li Swêdê pêk hat, roja Sêşemê1’êmeha kanûnê, di der barê Toreya Zoom, heval Enwer Muslim, Salih Muslim, Sema Bekdaş û Şiyar Elî nûnerê Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriya tevlî hevdîtinê bûn, her wiha ji Partiya Sosyalîst Berpirdsyarê têkiliyê Dîblomasî di partiyê de Joan Hassell, Berpirsyarê Têkiliyan di Perlementoyê Andreech Osterbury, Berpirsyarê Têkiliyan di Perlementoya Ewropî Avin Anger, Berpirsyarê Dosyay Tirkî Serkan Kousa û ji Belediya Perlementoya Stockholmê Kadar Kosarji û Berpirsa Perleman Roz Hedin tevlî bûn.

Hêjayî gotinê ku mîna van hevdîtinan bi awayekî domdar tê li dar xistin tê de Perlementoya Roz Hedin berpirsyara Net Woork beşdar dibe ji bo piştgiriyê di navbera Swêd û Kurdistanê de, di nav de nûnerên ji hemû Partiyên Swêdî di Perlementoyê de.

Di civînê de behsa çawaniya alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya di warê siyasî, civakî û xurtkirina rola Yekîtiy Demokratîk PYD li derve û di sosyalîsta navdewletî de hat kirin, her wiha di civîne de li ser riyên piştgiriya Rêveberiya Xweser di asta navdewletî de axivîn, û zextê bikin ji bo beşdarbûna Yekîtiya Demokratîk PYD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya di hemû Foruman û diyalogan li ser Sûriya û zextê di riya Yekîtiya Ewropa bikin li ser Tirkiya ku nahêle Rêveberiya Xweser beşdarî diyalogan bibe, her wiha hat tekez kirin li ser piştgiriya diyaloga Kurdî-Kurdî ya ku dikeve berjewendiya hemûyan de.

Civîn bi tekezkirina Partiya Sosyalîs a Demokratîk desthilatdar li Swêdê li ser xebata hevbeş bi partiya me re Partiya Yekîtiya Demokrat, her wiha serdana Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriya bikin.

Back to top button